Ji bo alîkariya bi mexdûrên erdheja 6´ê Sibatê yên li Rojavayê Kurdistanê re li bajarê Elmanyayê Celleyê filmê “Kobanê” hat nîşandan. Hola sînemayê tijî bû û ji nîşandana filmê bêhtirî 1000 Euro pereyê berhevkirî, wê ji Rojavayê Kurdistanê re bê şandin. 

Filmê Kobanê behsa şerê rizgarkirina Kobanê ji çeteya DAIŞ´ê dike ku sala 2014´an qewimî bû. Di filmê de qehremaniya şervanên YPG û YPJ´ê jî tê nîşandan. Ji ber ku alîkariya ji bo mexdûrîn erdheja 6´ê Sibatê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Sûrî negihişt Kurdan yan jî kîm gihişt. Defend Kurdistanê nîşandana filmê ji bo piştgiriya bi mexdûran re organîze kir. Beriya hingê jî Defend Kurdistan ji bo destekkirina kampanyaya alîkariyê ya Medico Internationalê kiribû û ew jî nexasim alîkariyê digihîne mexdûrên Kurd hem li Tirkiyeyê û hem jî li Sûrî. 

Yilmaz Pêşkevin Kaba, yê di saziyên Kurd û Êzîdî yên li Celleyê de çalak, dibêje, “Em nikarin li wir bin, lê li vir em hewl didin piştgiriyê organîze bikin û ev alîkarî jî digihîje malbatên me. Em şa ne ku em dikarin vê alîkariyê ji Celle bikin.”

CELLE