Festîvala Tetwanê îro dest pê dike

Nûçeyên Jin

În 27 Hezîran 2025 - 00:58

Şaredariya Tetwanê Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê ya sala 57emîn bi bernameyek têr û tije li dar dixe. Festîval îro dest pê dike.

Şaredariya Tetwanê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, bi dirûşma “Em bi hunera azad rêya aştiyê dihûnînin” Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê li dar dixe. Festîval sala 57emîn e dê bê lidarxistin. Festîval dê sibê (27ê Hezîranê) dest pê bike û heta 12ê Tîrmehê bidome. Ji aliyê naverokê ve mîhrîcaneke têr û tije ye û wê ji welêt gelek sazî, hunermend, komele û wêjekar tev li bibin. Festîval wê îro bi meşekê û konsera Mîkaîl Aslan û Beser Şahîn dest pê bike û bi konsera Rojda û Kadîr Çat jî bi dawî bibe.

AW/TETWAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.