Festîvala Jinan a Fidan Dogan (Rojbîn) a 4´an li Parîsê tê amadekirin. Festîval bi şiyara "Li dijî qirkirina jinan dema parastina jina azad û civaka azad e" wê li devera Val De Marne a Parîsê li meydana Parc İnterdepartemental pêk bê.

Di bernameya festîvalê de îsal Yelda Ebbasî, Nûarîn, Meral Alkan, Reqsên Gelê Tamilê, Kevana Zêrîn, koma govendê ya Tev-Çandê hene.
Li cihê festîvalê wê ji bo zarokan meydaneke lîstikê ya taybet hebe, gelek dezgehên agahdarkirinê û xizmetê wê hebin û festîval wê 3´yê Tîrmehê bi rê ve biçe.

PARÎS