Festîvala Hamburgê bi ‘Jin, jiyan azadî’ dest pê kir

Nûçeyên Dîaspora

În 28 Cotmeh 2022 - 21:09

  • Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê cara 13’an li Elmanya Hamburgê bi dirûşma "Jin, Jiyan, azadî" dest pê kir.

Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê cara 13’an li Elmanya Hamburgê bi dirûşma "Jin, Jiyan, azadî" dest pê kir.

Çalakiyên festîvala yên rojên destpêkê bi pêşkêşkirina koma Hîvron a stran û mûzîka Kurd û nîşandana filma "Cîran" a derhêner Mano Xelîl dest pê kirin.

Li gorî endamê komîteya ragihandin Rawend Cewad, welatiyên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên gelê Kurd beşdarî festîvalê bûne, li filman temaşe kirine û her wiha bi nîşandana filman kêfxweş bûne.

Lîstikvan Bîlal Bulut ku yek ji rêvebirên festîvalê ye wiha got: "Dê çalakiyên festîvala heta 6 rojan bi bernameyên dagirtî dewam bike. Ez texmîn im ku dê gelê Kurd û hezvanên sînema beşdar bibin ku li filman temaşe bikin. Dê filma ‘Silent Post’ a li ser şerê li Cizîrê jî were nîşandan. "

Derhêner Wêsî Altay jî spasiya kesên ku ev festîval amade kirine kir û wiha got: "Ev festîval di navbera temaşevanên Kurdî û sînemaya Kurdî de roleke girîng dilîze. Weke ku li London, Berlîn û Stenbolê festîvalên filmên Kurdî li dar dikeve li Hamburgê jî bi heman armancê tê lidarxistin. Ev yek ji bo sînemaya Kurdî serketineke mezin e. Kurd niha gelek filman çêdikin û ev filmên wan bala temaşevanên dinyayê jî dikşînin. Lê divê piştgirî ji hebe, em Kurd di vî warî de hîna nû ne. ”

Di çarçoveya bernameya Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê de dê gelek filmên Kurdî yên ku di qada navnetewî de xelatên baş wergirtine werin nîşandan.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.