Ferdîn Jaferî hate qetlkirin
Duşem 18 Îlon 2023 - 00:15
Ferdîn Jaferî ku diçû goristana Aiçî ya bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, dema li derdora goristanê hêzên rejîmê dît û dest bi revê kir, ji aliyê hêzên rejîmê ve hat gulebarankirin. Ferdîn Jaferî ku ji serê xwe bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Ferdîn Jaferî yê ku ji aliyê derûnî ve astengdar e di înşaetê de dixebitî.
Li gorî daxuyaniya Hengaw; Hêzên rejîmê zextê li malbata Ferdîn Jaferî dikin da ku daxuyaniyê bidin ku kurê wan ji aliyê hêzên Kurd ve hatiye gulebarankirin.
Zêdeyî 100 kesî hatin girtin
Hêzên rejîma Îranê di xwepêşandanên li seranserî welat a di salvegera qetilkirina Jîna Amînî de hat lidarxistin, herî kêm 100 çalakvan girtin. Nasnameyên Arman Sohrabî, Cebar Mehmûdî, Mêhran Kohî, Omîd Xosrewî û Mihemed Moradînejad jî di nav kesên hatine girtin de ne. Hate diyarkirin ku kesên hatine girtin li qereqolên cerdevanan tên ragirtin.
Êrişî girtîgehê kirin
Li aliyê din gardiyanan êriş birin ser girtiyên jin ên ji bo Jîna Amînî li Girtîgeha Varamînê ya Qerçakê çalakî pêk anîn. Piştî aloziya ku ji ber jinan li berxwe dan şewat derket. Li girtîgeha ku dûman lê bilind dibû rewşa girtiyan nehat zanîn, telefonên girtîgehê hatin birrîn. Ji ber ku girtîgeh dûrî navenda bajêr e, xelk nikare agahiyê ji girtiyan werbigre.
NÛJINHA