REWŞAN DENIZ

 

Welatparêz û helbestkar Feqîr Ehmed, li bajarê Elmanyayê Kolnê çû ser heqiya xwe. Feqîr Ehmed sala 1942’an li gundê Mizeynterê yê Pirsûsê ji dayik bûbû, lê wî timî xwe weke Kobaniyî didît. 

Pirtûka wî ya pêşîn a helbestan di sala 1990’an de hatibû weşandin. Di salên 1994 û 1998’an de Dîwana Reş-2 û Dîwana Reş-3 weşand.

Feqîr Ehmed gelek çîrok jî nivîsandibûn. Hin ji van çîrokan ev in: Qedar (Împaratoriya Med), Azepê Kose, Siloyê Zindê, Berkelê Egîd, Rûvî û Şêr, Derweşê Evdî. Weşanxaneya li Rojava, Ava wê berhemên Feqîr Ehmed hemûyan ji nû ve biweşîne.

Tevgera Çanda Demokratîk a Kurdan li Ewrûpayê (TEV-ÇAND) Mijdara par, ji ber keda wî ya salan û xebatên wî, “Xelata Pênûsa Zêrîn a Kedê” da Feqîr Ehmed. 

Hingê nivîskar Helîm Yûsiv hingê got, “Li Kobanê, Weşanxaneya Ava sala 2023’yan fuara kitêban li dar dixe. Wê nivîskar Feqîr Ehmed vexwend. Wê da zanîn ku ew ê tevahiya kitêbên Feqîr Ehmed ên weşandî û 5 kitêbên neweşandî jî biweşîne.” Lê temen û siheta Feqîr Ehmed destûr neda ku bi xwe biçe Kobanê. Bajarê ku wî xwe jê dihesiband.  

Nivîskar Medenî Ferho jî ji bo Feqîr Ehmed got, “Di salên 1980’yî de li Ewrûpayê komeleyên Kurdan nebûn. Feqîr Ehmed û hevjîna wî Xecê, mala xwe veguherandin Mala Kurdan. Nivîskar, şoreşger, welatparêz li mala wan diciviyan.” 

Jixwe piştî ku Feqîr Ehmed çû ber dilovaniya xwedê jî, malbata wî li “Mala Kurdan” a Kolnê serdanên sersaxiyê qebûl dike. 

 

Serpêhatiyeke Feqîr Ehmed û Rêber Apo

Rêber Abdullah Ocalan gava di pêvajoya Komploya Navneteweyî de li paytexta Îtalyayê Romayê bû, ji Gulistan Perwer û Mahmûd Baksî re behsa bibîranîn xwe yên Rihayê dikir. Di dîmenekî vê hevdîtinê de Rêber Ocalan ji Gulistan Perwer re dibêje, “tu çi bixwazî êz ê pêk bînim” û wiha dewam dike: “Beriya wê bîranîna min û te heye. Ez li vir bibêjim bila milet zanibe. Ji Wêranşehrê, sê hevalên min ên destpêkê, yek jê Veysî Badem, yek din Ebdurehman, yek jî Gezgor Mistefa. Qehreman e ha. Vana, her sê insanên qehreman in. Rojekê me bihîst ku dixwazin Gulistanê bi yekî şêstsalî bidin. Ez nizanim rast e ne rast e, feqet,  Şivan jî wî çaxî nû radibû, me kir meseleya xirûrê. Nîvê şevê em ji Wêranşarê bi rê ketin, ser lingan, û em hatne gundê we. Sekuyeke we hebû, em hatin ser sekûyê. Ne karekî mezin e, lê bibîranînek e. Tu jî [ji Gulistan re dibêje] xistibûne xaniyekî, pencera xwe tinebû. Go, di dera han de ye. Me gelekî ewk kir li ser te, ka em ha bikin, ka ha bikin. Paşê jî Ehmed, Feqîr Ehmed, bi alîkariya wan me tu wer derxistî. Niha, hate bîra min. Min go, mesele Gulistan me baş derxis, me parast, feqet, ew ê niha çawa bi welêt keve.”

 

 

Serpêhatiya “Rêya Kobanê dar e”

 

ÎBRAHÎM BULAK*

 

Strana Rêya Kobanê ku helbesta wê ya Feqîr Ehmed û meqama wê ya Aram Tîgran e, li her derê Kurdistanê belav bû. Ew strana ku milyonan lê guhdarî kir di demek wiha de bi dengê Mehmet Atli ji nû ve derketibû meydanê ku hingî Kobanê bi qehremaniya xwe bûbû nîşaneke serfiraziyê ji bo Kurdan û pê re jî navê vê êdî li dinyayê hatibû nasîn. Yanî mirov dikare bêje, jê re li hev hat û stran xwe gihand milyonan. Heta li gelek cihan ji ber nezanî an sedemên dîtir ev stran ‘anonîm’ dihat hesibandin. Rojekê min ji Feqîr Ehmed çîroka helbestê pirsî wî jî bi kurtî wiha li min vegerand: ‘’Di helbesta min de Kobanê Kurdistan e, keçik şoreşger e yanî Şîrîn. Bavê Şîrinê serokê Doktor Şivanciyan bû. Universite xelas kiribû hatibû vê derê [Elmanyayê]. Şîrin hîn nû çêbûbû, vî çaxî jî Xidir li Heidelbergê unîversiteyê dixwend. Ew Şîrin wexta çêbû min navê wê lê kir. Min bi henekî xwişka Ulkiya [Diya Şîrinê] diqeherand min digot keça min ji a te şîrintir e. Di helbesta min de Kobanê xeyala Kurdistanê ye, Kurdistan bi xwe ye.’’

Herçî qenc guhê xwe dabe gotinên vê stranê navê Xidir jî tê de derbas dibe. Rojek min Xidir an bi navê xwe esas Hidir Kurun jî dît. Min ji vî jî pirsa çîroka vê helbestê kir: ‘’Ez li Heidelbergê li xaniyên xwendekaran dimam, hê teze keça min çêbûbû. Min ji Feqîr re digot, ‘Kek keça min zef rindik e, were bibîne’ Vî çaxî du sê salî bû keça min. Rojekê kurikekî Elman derî kuta hat, got zilamekî girs li te digere. Paşê Feqîr ket hûndir got : ‘Weyy keça te wa ye’, pîreka min got ‘Çi ye Feqîr, tu bi keça min qayîl nebû’, got, ‘Yaw Xidir dibêje, qîza min rindik e, wa keçika reşik rindik e’. Em keniyan. Paşê Feqîr çûye helbestek nivîsiye.’’

 

Rasthatina Feqîr Ehmed û Aram Tîgran

Em dîsa vegerin ser meseleya Rêya Kobanê. Aram Tîgran wextekî tê Elmanyayê û rojek ji rojan li Kolnê dibe mêvanê Feqîr Ehmed. Feqîr Ehmed ku hê kitêba wî ya helbestan çap nebûye, deftera xwe ya helbestên wî tê de ne, nîşanî wî dide. Aram Tîgran ji wan Çûm Siya Darê, Rêya Kobaniyê, Ey Welato dineqîne û ji wan re meqamek lê dike.

 

* Qismek ji nivîsa Îbrahîm Bulak a 22´yê Kanûna par a di rojnameya me de hatiye weşandin. Temamê meqaleyê di lînka li jêr de ye:  

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-serpehatiya-strana-reya-kobane-171499