Fazil Egîdê duyem bû

Nûçeyên Dosye

Şemî 24 Hezîran 2023 - 01:49

  • “Ew fermandarekî ew qasî çalak û bipêşketî bû, wî destûr neda ku dijmin wî şehîd bike. Ez hîna jî nikarim şehîdbûna wî qebûl bikim.” 

DENIZ BABÎR

 

Fazil Botan piştî ku sala 1988'an tevlî nav refên Tevgera Azadiya Kurd bû, bi têkoşîna xurt û serketinên xwe bû fermandarekî Kurdistanê. Wî ji 54 salên saxiya xwe 34 sal di oxira welatê xwe de bi têkoşînê bihuerand. 

Fazil Botan di rêveberiya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, Konseya Fermadariyê ya HPG'ê de wezîfe kir û ew bû Fermandarê Seheyê ya Qendîlê jî. Wî têkoşîna xwe li Zagros, Zap, Asos û Rojava fedaiyane kir. Ew bû fermandarê şerê giran. Sala 2012'an ew di şerê li dijî DAIŞ'ê de di bereya pêş de bû. Sala 2015'an ew di qezayekê de birîndar bû. Ew ji bo derman bibe derkete derveyî welêt û piştî pêvajoyeke giran a dermanbûnê, ew 22'yê Hezîrana 2022’yan de şehîd bû. Rahîme Gabar Bafê demeke dirêj bi wî re ji bereyên şer heta bi gelek mewziyên din ên têkoşînê, hevrêtiya wî kiriye. 

Rahîme Gabar Bafê di salên 1980'yî û serê salên 1990'î de li gundê Bafê yê ser bi Hezexê Tegera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û ji hingê ve “partiya xwe weke parçeyekî ji jiyana” xwe dibîne.

 

Têkoşîna misêwa ya Botan 

Rahîme Gabar Bafê, sala 1991'ê şehîd Fazil Botan li Gabar û Botanê nas kiriye. Ew wiha behsa şehîd Fazil Botan dike:  “Şehîd Fazil Botan ji gundê Gite yê Silopiyayê ye û bi xwe jî ji eşîra Gite ye. Salên 1980'yî gava ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tê Botanê, heval Fazil tevlî nava refan dibe. Gava ku min Heval Fazil sala 1991’ê nas kir li devera Dêrê berpirs bû. Me hev du pêşî li Çiyayê Bizinê dît. Berpirsê herêmê heval Adil Bilikî bû. Me hev du di çalakiyan de nas kir. Gava ku du yekîneyên me li ser çalakiya li dijî qereqola gundê Zivinga Şikaka minaqeşe dikirin, min ew nas kir. Li vir ya ku di cih de bala min çû ser pratîka çalakiyan a heval Fazil bû, wî bala xwe dida ser xebata keşfê, yeko yeko cihên mewziyan tesbît dikir û pê dizanî çend esker li qereqolê ne û kite bi kite bi agahiyan dizanî. Li erdnîgariya gund û pirsgirêkên gund jî kolabû. Ew bi hûrgilî dihizirî li ser mijarên weke, ev çalakî gelo wê zerarê li gundiyan bike yan feydeyê,  ka em ê qereqolê di çiqas demê de bidin erdê, di çalakiyê de dibe ku çiqas birîndar û kuştiyên me çêbin.”

Bi qedrê her hevalî dizanî

Rahîme Gabar Bafê dibêje, şehîd Fazil timî digot, “Divê zerar negihîje hevalekî bi tenê jî” û wiha dewam dike: “Heval Fazil gelekî baş bi hevalan re elaqedar dibû. Wî dizanî çawa dikare dilê wan xweş bike, wî ew qaneh dikirin. Hingê jî wî agahiyên encama keşfê bi temamê hevalan re parve kirin. Guh da pêşniyazên hevalan hemûyan. Wî heval hemû qaneh kirin ji bo çalakiyê. Li ber krokiya qereqolê, ji hevalan re yek bi yek got ka divê çi bê kirin; koma êrişê wê çawa biçe, koma parastinê lazim e li ku be, koma teqwiyê wê ji ku ve êriş bike, vekişîn wê çawa be, ji bo van meseleyan hemûyan prova dida kirin. Koma êrişê ji çar hevalan dihat pê û berpirsê wê heval Piling ê ji gundê Hîlalê bû. Hevalan jê re digot, Sihorî.” 

 

Nan ji hevalan re çêkir

Rahîme Gabar Bafê dide zanîn ku ew bêyî ku dijmin wan bibîne xwe digihînin gundî û wiha behsa aliyê dost û heval ê şehîd Fazil dike: “Berêvarê heval birçî bûn. Heval Fazil got, ka em hevîrê xwe bipijin, bila heval bixwin. Lê tiştekî em tê de nan çêkin nebû. Heval Fazil rabû, qutiyên konserveyan peyda kirin, hevîr kire nava wan û ji 36-37 hevalan re nan çêkir. Ji bo ku dû dernekeve û heval birçî nemînin, wî bi destê xwe agir dada û nan pijand. Ez wan kirin û helwêstên heval Fazil hîç ji bîr nakim.”

 

Çalakî serketî bû

Rahîme Gabar Bafê dibêje bi pêşengiya şehîd Fazil çalakî hatiye bi rêxistinkirin û çalakiya wan bi serketiye: “Em 5 heval bûn, em li cem Heval Fazil man, me parastina koma êrişê kir. Heval Fazil li pêşiya me sekinî û nîşanî me da ka em çawa sîlehê û nîşanê bigirin.

Me qereqol hemû xist kontrola xwe. Hevalan li gelek mewziyan dest danî ser sîlehên dijmin. Heger ne şaş bim, du yan jî sê heval bi sivikî birîndar bûn. Ji dijmin gelek esker hatin kuştin, yên sax filitîn jî hemû reviyan. Em paşê vekişiyan. Hingê heval Fazil heval kom kirin û li fikra hemûyan pirsî. Wî got, we erka xwe bi disîplîn bi cih anî ji ber wê em bi ser ketin, û paşê malavahiya hevalan hemûyan kir.” 

 

Bi şêwaza heval Egîd

Rahîme Gabar Bafê dibêje, vê çalakiyê terzê heval Egîd aniye bîra wê: “Şêwaz, awayê çalakiyê, taktîk û rêbazên wî, helwêsta wî beramberî hevalan, hêza wî ya qanehkirinê, guhdana li pêşniyazên hevalan, mihasebeya kar û zerarên çalakiyê li civakê, çalakiyên heval Egîd timî anîn bîra min. Ji bo wî ev ne tenê çalakiyeke eskerî bû. Wî di nava jiyanê, şer û gerîlatiyê de heval perwerde dikirin. Bi vî awayî bi fermandariya wî gelek fermandar hatin perwerdekirin û gihiştin. Heval Fazil ji bo partiyê jî fermandarekî xweser bû. Bi rastî jî heval Fazil Egîdê duyem bû. Heval Egîd çawa di artêşbûn, taktîk, stratejî û nûbûnê de îmzeya xwe danî binê dîroka partiyê, heval Fazil jî wisa îmzeya xwe danî binê dîroka partiyê.”

Rahîme Gabar Bafê dibêje, “Ew fermandarekî ew qasî çalak û bipêşketî bû, wî destûr neda ku dijmin wî şehîd bike. Ez hîna jî nikarim şehîdbûna wî qebûl bikim.”

Ocalan pir jê hez dikir  

Ji bilî du carên ku cem Rêber Abdullah Ocalan, jiyana wî her di nava şer de bihurî. Rahîme Gabar Bafê behsa wê yekê dike ku Rêber Abdullah Ocalan pirr hez ji şehîd Fazil kiriye: “Her çalakiya wî destanek bû. Sala 1996’an li saheya Rêbertiyê min Heval Fazil dît. Di şer de ew çawa mutewazî bû, li saheya Rêbertiyê jî wisa dilnizm bû. Mirov carinan ji xewn û xeyalên xwe dûr dikevin, lê heval Fazil ti carî ji rêya xwe derneket, her bi pêş ve çû. Rêbertiyê pirr jê hez dikir, rêz jê re digirt û bi qedrê wî dizanî. Erê heval Fazil fermandarekî eskerî bû, lê ew her wiha pêşengekî îdeolojîk jî bû.”

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.