Şehîd Fazil Botan hate bibîranîn

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 3 Nîsan 2023 - 01:56

Ji bo bibîranîna Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Fazil Botan (Ahmet Şeker) li paytexta Awusturyayê Viyanayê û li bajarê Elmanyayl Duisburgê, çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiya bîranînê ya li Viyabayê ji aliyê FEY-KOM’ê ve hat organîzekirin û li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi rê ve çû.

Endamê TJK-E’ê Agirî Kobanê di çalakiyê de axivî û got, "Şehîd Fazil Botan 34 salan têkoşiya. Ew hevreyekî welê bû ku bi berxedan û têkoşîna xwe dihat naskirin. Em jî bi ruhê şehîd Fazil Botan Rêbertiyê azad bikin.”

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

 

Em Rêbertî azad bikin layiqê şehîdan bin

Li Duisburgê jî bi beşdarbûyîna Kurdên li eyaleta NRW’ê û dostên wan, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Fazil Botan û şehîdên azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn.

Bibîranînê, bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Li axaftina Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan a li ser Fermandar Fazil Botan hat temaşekirin. 

Piştre endama KNK’ê Nîlufer Koç, di şexsê Şehîd Fazil Botan de Şehîdên Hefteya Qehremaniyê bi bîr anîn û got, "Ji bo em bibin layiqê hevrê Fazil û şehîdên xwe yên hêja, erka me ya esasî ye ku em li nasnameya xwe bibin xwedî û ji bo parçekirina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo, têkoşîna xwe geş bikin."

Zeynep Zelal Bafê jî li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê axivî û got, "Di şexsê Şehîd Fermandar Fazil Botan de ku karî hevaltiyeke rastîn bi jinan re bike, em soz didin şehîdên Azadiya Kurdistanê ku em ê têkoşîna wan geş bikin."

Piştre li sînevîzyona li ser jiyana têkoşeriyê ya 34 salan a Şehîd Fazil Botan hat temaşekirin.

Bi gotina dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" dawî li bibîranînê hat.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.