Ez jî li Frankfurtê me

Nûçeyên Dîaspora

În 8 Îlon 2023 - 03:33

  • Frankfurt sibe amade ye ku mêvandariya Festîvala Çanda Kurd a navneteweyî ya 31´emîn bike. KCDK-E´yê bi slogana “Ez jî li Frankfurtê me” bang li her kesî kir da ku tevlî vê şahiya herî mezin a Kurdên li Ewrûpayê bibe. Hunermendan jî xwest Kurd li meydana festîvalê bi rengên xwe xwedî li çand, welat û zimanê xwe derkevin . 

REWŞAN DENIZ / FRANKFURT

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31´emîn sibe li bajarê Elmanyayê Frankfurtê li dar dikeve. Kurd û dostên wan wê ji Elmanya, Awusturya, Swîsre, Fransa, Belçîka û Holandayê tevî festîvalê bibin. Komîteya Amadekar a festîvalê jî amadekariyên ji bo festîvalê temam kirine. Hunermendên wê li festîvalê bin jî dibêjin, “Ez jî li Frankfurtê me” û KCDK-E jî bi heman şiyarê bang li her kesî dike da ku ji vê festîvala navendî ya civaka Kurd a li Ewrûpayê nemîne.

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ewilî li bajarê Emanyayê Bochumê, li stadyûma bajêr hatibû lidarxistin. Hingê Kurdên li Ewrûpayê bi coşeke mezin tevlî vê çalakiya dêw a çandî bûbûn. Di nava aliyên siyasî yên ku festîval pîroz kirî de hikûmeta Elman bi xwe jî hebû. Piştî bi 31 salan Festîval wê sibe li bjarê Elmanyayê Frankfurtê li dar bikeve. Ev 6 sal bûn ku festîval êdî li derveyî Elmanyayê pêk dihat. Festîvala ku şahiya çandî ya herî mezin a Kurdan e li Ewrûpayê, çav li rê ye ku bi hezaran kesî bihewîne. Komîteya Amadekar jî da zanîn ku wê temamê amadekariyên xwe kiriye.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewrûpayê (KCDK-E) ji bo festîvalê bangek kir û got, “Heydê, em seferber bibin. Ji bo xwedîderketina li rûmet, ax, dîrok û tevahiya nirxên xwe yên çandî, tevî jin, zarok, kal, pîr û ciwan, em hemû bibin yek banga ‘Ez jî li Frankfurtê me’ bigihînin her deverê”. Wê xwest her kes were meydana festîvalê û hawîrdora xwe jî agahdar bike, da ku vê şahiya çanda Kurdan li Frankfurtê bi dehhezaran kesî re pîroz bikin.   

 

Hunermendan bang kir

Hunermendên ku wê li ser navê Kevana Zêrîn li festîvalê bin, bang li Kurdan û dostên wan kir da ku ew li Frankfurtê bên cem hev.

Hunermend Beser Şahîn got, “Em her sal festîvalê ji bo xurtkirina nirx û destketiyên xwe li dar dixin. Ez bang li her kesî dikim da ku li vê civana mezin a miletê Kurd hazir be û bibe hevparê wê coşê. Festîvala me ya îsal me diyarî şehîdên komkujiya diduyan a Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil kiriye.”

Hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Şeyda jî got, “Ez weke hunermendekê û weke jineke ji Rojhilatê Kurdistanê tev li festîvalê dibim. Ez pirr bextewer im ji ber ku ez ê bi kesên ji parçeyên din ên Kurdistanê re bêm cem hev. Em şemiyê bên cem gelê xwe, çanda xwe û stranên xwe.”

 

Bi rengên xwe werin

Hunermend Bermal Çem xelk dawet kir da ku bên meydana festîvalê: Her sal em meydanê bi jin, ciwan, zarok û kal û pîran, bi motîfên xwe û rengên xwe yên çandî dixemilînin. Ez miletê me, nexasim jî jinan dawet dikim ku bi reng û cilûbergên Kurdî werin festîvalê.”

Hunermend Deniz Deman jî got, “Divê her kes bi daxwazên azadî, wekhevî û demokrasiyê tevlî festîvalê bibe. Ez bang li miletê me û dostên me dikim da ku li dijî tecrîdkirina Ocalan dengê xwe bilind bike, ji bo parastina ziman, dîrok û çanda me tevlî festîvalê bibe.”

 

Li dijî qirkirinê û ji bo azadiya Ocalan

Hunermend Nûarîn jî got, “Li ser gelê Kurd qirkirineke çandî tê meşandin û li dijî vê em ê bi hunerê xwe li ser dikê bin. Ev festîval ji bo me êdî rêûresmek e, cejnek e. Heta îro, ez her sal tevlî bûm û ji niha û pê ve jî ez ê tevlî bibim.

Kurdan bi têkoşîna xwe vê dawiyê destketiyên mezin misoger kirin û bi festîvalê em wan jî pîroz dikin. Rêbertî gelek girîngiyê dide bi jin, ciwan û hunermendan; berpirsiyariyeke me ya mezin heye. Ji bo wê jî di festîvalê de em ê bi dengekî bilind doza azadiya Rêbertiya xwe bikin.”

Di nava hunermedên li derveyî Kevana Zêrîn ên ku wê di bernameya çandî ya festîvalê de cih bigirin, Silbûs û Tarî, Hossein Safamanesh, Kevana Zêrîn, Jale, Göksel & Ensemble, Sherîf Omerî de yer alıyor. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.