Ew şehîdên pêşeng ên artêşa Jinê ne
Çarşem 18 Çile 2023 - 02:31
HPG'ê endama Fermandariya Eyaleta Zapê Melsa Mûş, gerîla Govend û Nûda bi bîr anî û got, "Em pêşengên xwe yên fedaî hevrê Melsa, Govend û Nûda bi rêzdarî bi bîr tînin ku li Zapê bûn sembola artêşbûna me ya jinê."
Ew nûnerên rasteqîn ên jinên azad in
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Zapê şehîd bûn ev agahî dan;
"Ji fermandarên me yên mezin ên artêşa me ya jinê endama Fermandariya Eyaleta Zapê fermandara me Melsa Mûş û hevrêyên me Govend û Nûda sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Di şexsê van hevrêyên xwe yên leheng de ku fermandarên pêşeng ên doza me ya azadiyê, milîtanên fedaî yên PAJK'ê û nûnerên herî rasteqîn ên tevgera jinê ya azad in, em hemû şehîdên şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînin.
Li Zapê ji gerîlatiya nû re bûn pêşeng
Hevrêyên me Melsa, Govend û Nûda di nava şert û mercên herî giran de, di demên herî bêeman û bêderfetiyê de, bi îdeolojiya Apoyî xwe kirin çavkaniya hêz, çare, hêvî û azadiyê. Weke milîtan û fermandarên YJA Starê yên pêşeng, ji bo Stratejiya me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rengê herî rast bi cih bînin, li Zapê pêşengî ji gerîlatiya serdema nû re kirin, ji bo vê jî bêeman ked dan, baweriya xwe bi gerîlatiya serketinê anîn û xistin meriyetê. Ji bo vê jî xwe ti carî ji fedakariyê nedan alî, canê xwe danîn holê bi vî rengî şer kirin, nirxên mezin dan doza azadiyê û bûn pêşengên fedaî yên artêşbûna me ya jinê ku li Zapê bûn sembol. Em hevrêyên xwe Melsa, Govend û Nûda di salvegera şehadeta wan de bi rêz û minet bi bîr tînin. Em soz didin ku bi misogerkirina azadiya jinê em ê tola herî mezin ji zîhniyeta mêr ê serwer a desthilatdarîperest û netewe-dewleta wê ya faşîst hilînin, armancên wan teqez bi ser bixînin. Bi van hestan em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne;
Melsa Mûş (Dîlek Ozer), li Mûşê jidayîk bûye, di sala 2021’ê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Govend Zagros (Gulluşah Polat), li Sêrtê jidayîk bûye, di sala 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Nûda Wan Goyî (Razan Yildirim), li Wanê jidayîk bûye, di sala 2021’ê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN