Ev ne tablo lê golên xwê ne!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 2 Çile 2023 - 03:46

Yek ji wan tiştên ku ji midbexan kêm nabe û ji bo xwarinan tim tê bikaranîn xwê ye. Her wiha ew ji ser sifreyên me jî ti carî kêm nabe. Yanî di jiyana rojane de em xwê pirr bi kar tînin. Lê kêm kes li ser xwê fikirîne û meraq kirine bê ka ev xwê ji ku derê û bi çi awayî tê ser sifreya me, ango dikeve pêjgeha me.

Ji bo wênegirê Elman Tom Hegen ev yek bûye kul û meraq; ji ber wê jî ev bi salan e ku ew wêneyên golên xwê yên li dinyayê digire. Gelek ji wan wêneyên ku wî girtine, razber in, wî ji jor ve wêneyên golên xwê girtine û wêneyên wî eynî weke tabloyên şêwekaran tên xuyanê. Ev wêne weke tabloyên serketê xweşik û cuda ne. Tom Hegen niha, ev wêneyên hanê, di pirtûka bi navê “Salt Works” de berhev kirine û pirtûk çap kiriye. Bi tevahî 167 wêneyên wî di pirtûkê de hatine çapkirin û pirtûk ji heft beşan pêk tê.