Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li bajarê Yewnanistanê Lavriyoyê, Eşref Oz ji ber ku dilê wî sekinî, jiyana xwe ji dest da. Grev li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dewam dike.
Greva birçîbûnê ya li kampa Lavriyoyê, bi dor e û kete roja 114’an. Di rewşa heyî de çalakî bi koma ji 30 kesî tê meşandin.
Ji çalakgerên koma 22’an a greva birçîbûnê Oz ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Greva birçîbûnê ya li Lavriyoyê bi pêşengiya tevgerên jin û ciwanan di 4’ê Çile de dest pê kir û 5 rojan carekê bi dor dewam dike.
ATÎNA