ZEYNEB ŞÊXO / ANHA / ŞEHBA
Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê Lezgîn Kor diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û banga pêşîgirtina van binpêkirinan li hêzên navneteweyî kir.
Lezgîn kor têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANHA’yê re axivî.
Lezgîn Kor diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze împratoriya Osmanî li ser xaka Sûriyeyê zindî bike, lewra êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê, bi taybetî jî li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine.
Lezgîn Kor destnîşan kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got:"Dewleta Tirk binesaziya herêmê, nexweşxane û dibistanan dike hedef. Ev êriş û kiryar sûcên şer in. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û projeya Osmanî zindî bike. Her wiha bi van êrişan dixwaze pirsgirêkên xwe yên hundirîn veşêre, nemaze ku hilbijartinên şaredariyê yên Tirkiyeyê nêzîk bûne."
Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê da zanîn ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û li gorî peymanan sûcên şer tên kirin, lewma divê helwêstek bê nîşandan. Lezgîn Kor bang li rêxistinên navneteweyî û hikumeta Şamê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker erkên xwe bi cih bînin.