Êrişkar cerdevan in

Çarşem 13 Kanûn 2023 - 00:05

  • Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê yê ji DEM Partiyê, Ahmet Gun di êrişeke çekdarî de şehîd bû. Mahmût Gun ku ji êrişê filitî, got: Cerdevan Siddik Babat bi çekê êriş kir.

Biraziyê Ahmet Gun, Mahmût Gun ji êrişa pêr a cerdevanan li dijî wî, bi saxî filitî. Mahmût Gun têkildarî bûyerê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Gun, ji nûçegihan Omer Akin re da zanîn ku rojekê beriya êrişê, tevî mam û pismamê xwe ji bo berhevkirina êzingan di navbera xwe de axivîne û got, “Heta demekê me êzing kom kirin û piştre me taştê xwar. Dema me taştê dixwar, wesayîtek hat. Enver Babat, Omer Yarar, Siddik Babat û kurê wî Ebûbekir Babat tê de bûn. Wesayît ji me hinekî dûr sekinî. Siddik Babat di hundirê wesayîtê de bi ser me de qêriya û got; ‘Tiştên xwe kom bikin û ji vir herin.’ Em jî çûn cem wan. Dema em çûn cem wan, me dît ku bi Siddik Babat re keleş [tivinga kalaşnîkof] û bi Enver Babat re jî demance heye. Me jê re got, ‘ev der gundê me ye, em biçin ku?’ Enver Babat çêr kirin û gotin; ‘bicehimin herin.’ Piştî ku Enver Babat çêr kirîn, piştre bi gopalê xwe li serûçavên pismamê min Abdurrahîm Gun xist.” 

Siddik Babat êriş kir 

Gun wiha qala bûyerê kir: “Piştî êrişê di navbera me de nîqaş çêbû. Ji bo rewşeke cuda rûnede, me tavilê Siddik Babat û Enver Babat ên çek pê re bûn, girtin. Di vê navberê de kurê Siddik Babat, Ebûbekir Babat û Omer Yarar dest bi êrişê kirin. Siddik Babat ji nav lepên me reviya û bi keleşê dest bi êrişê kir. Ewilî pismamê min Abdurrahîm birîndar bû. Ez jî ji bo li wî binêrim çûm cem wî. Piştre jî min dît ku apê min Ahmet li erdê dirêj bûye. Omer Yarar û yên din ji wir reviyan. Enver û Siddik Babat cerdevan in. Çekên di destên wan de jî çekên cerdevanan bûn. Çendek berê di navbera me de rageşiyek çêbûbû û ji ber vê êriş kirin.” 

Gelo yê dayî kirin sercerdevan e?

Hat îdiakirin ku yê ku Enver Babat, Omer Yarar, Siddik Babat û kurê wî Ebûbekir Babat araste kiriye sercerdevanê berê Şeyhmûz Babat e. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî; beriya bi demeke kin berê di maçeke li bajarokî de ciwan pevçûbûn. Bûyer mezin bû û malbat ketin dewrê. Li ser vê yekê, rûspiyên bajarokî hewl dan silha malbatan bikin. Hat îdîakirin ku sercerdevanê berê Şeyhmûz Babat ev hewl dan red kir û ji cerdevanên girêdayî xwe re gotiye, “herin hesab bipirsin” û bi vê yekê re Ahmet Gun û malbata wî hedef nîşan daye. Ji ber gefên malbata Babat, li bajarokî ambargo danîne ser malbata Gun.  

Şeyhmûz Babat soz daye walî 

Şeyhmûz Babat di heman demê de Şaredarê Sêgirkê yê AKP’ê ye. Di hilbijartinên sala 2009’an Parlamenterê DTP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan û endamên partiyê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dema diçûn Qilebanê, di ketina Sêgirkê de rû bi rûyê êrişa çekdarî û bi keviran hatibûn; Şeyhmûz Babat ev êriş organîze kiribû. Hat zanîn ku Waliyê Şirnexê Cevdet Atay  beriya demeke kurt bi Şeyhmûz Babat re hevdîtin kiriye. Li gorî îdîayê, Babat di hevdîtinê de endam û rêveberên DEM Partiyê hedef girtine û ev soz daye: “Li gundê min çend terorîst mane. Ez ê wan jî paqij bikim.” 

Şeyhmûz Babat kî ye? 

Navê vî sercerdevanê berê di salên 1990’î de bi şewitandina gundan û kuştinan hate bihîstin. Gelek caran bi cil û bergên gerîla li herêmê digeriya. Demeke dirêj sercerdevantî kir û di sala 1999’an de bû şaredarê Partiya Dogru Yolê, sala 2004’an jî bû şaredarê AKP’ê yê bajarok. Ji ber nelirêtiyên kirî, neçar ma ku ji bajarok bireve. Lê piştre dîsa vegeriya. Qaşo sûcên li dijî gelê Kurd kirine, qebûl kir û di 14’ê sibata 2014’an de tevî xizmên xwe yên cerdevan bi merasîmekê tevlî BDP’ê bû. Piştî ku desthilatdarî li konsepta şer vegeriya, dîsa berê xwe da AKP’ê. Ji Heftenînê heta Herêma Besta û Çiyayê Cûdî, serkêşiya tevahiya qirkirina xwezayê jî ew dike. Di heman demê de îhaleya gelek qereqol û kalekolên li ser sînorê Qileban û Herêma Kurdistanê de tên çêkirin jî, ew digire. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.