Li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li gelek bajaran operasyon hate kirin. Di encamê de gelek kes hatin girtin. Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê polêsê Tirk avêt ser malan.
Li Enqere, Stenbol û Antalyayê polêsan avêt ser malên ESP'iyan û di encamê de gelek kes kirin nezaretê.
Di nava kesên derdestkirî de endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Şukran Yaren Tûncer û xebatkara Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ece Şîmşek jî hene.
Dozderiyê ragihand ku têkildarî 23 kesan biryara kirina nezaretê heye. Nehate zanîn ka heta niha çend kes hatine girtin.
ENQERE