Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen endamên Konseya Ewlekariyê yên ji bo Sûriyeyê li hev civiyan, li ser rewşa dawî ya welêt agahdar kir. Geir Pedersen got: “Êrişên dronên Tirkiyeyê alîkariya avakirina aştiya Sûriyeyê nake.”
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji nû ve li ser avakirina aştiya Sûriyeyê li bajarê New Yorkê civiya. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersenn û Koordînatorê Ofîsa Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Ramesh Rajasingham endamên Konseya Ewlekariyê yên ji bo Sûriyeyê li hev civiyan, li ser rewşa dawî ya welêt agahdar kirin. Di civînê da Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen raporek parve kir. Di raporê de hat gotin “Tevî ku dîplomasiyeke nû ji bo Sûriyeyê dest pê kiriye jî mixabin hîn jî li Rojhilat û Rojavaya Bakurê Sûriyeyê sivîl tên kuştin û mirov tên revandin. Divê em nehêlin derfetên aştiyê careke din ji destên me herin.”
Tirkiye bi dronan êriş dike
Geir Pedersen, ev agahî dan : “Sivîl bi kefî tên desteserkirin û êşkence û kuştin berdewam dike. Li Rojhilat û Rojavaya Bakurê Sûriyeyê pevçûnên dijwar diqewimin, di encama topbarankirin û roketavetinan de mirov tên kuştin. Di rapora vê mehê de xuya dike ku Îsraîl û rejîma Sûriyeyê êrişên esmanî dikin. Tirkiye jî li Suriyeyê bi dronan êriş dike.” Nûnera Emerîkayê ya Neteweyên Tekbûyî Linda Thomas-Greenfield jî di meseleya alîkarîya insanî ya ji bo xelkê Sûrîyê, Rûsya tawanbar kir û got, “Divê em zelal bibin. Rûsya berpirsyarê dereng mayînên alîkariyên ku li ser korîdora Bab Al-Hawa diçû ye. Rûsya gotûbêjan red dike.”
Nûnerê Tirkan derew kir
Di civînê de nûnerê Tirkiyeyê jî got ku YPG’yê îsal ji sînor 70 carî êrişî Tirkiyeyê kiriye û ew dê mafên xwe yên parastinê bi kar bînin. Her wiha nûnerê Rûsyayê jî got ku ew bawer dikin ku têkiliyên nû yên Sûriyeyê û Tirkiyeyê dê alîkarîya aştiya herêmê bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN