Erdogan agir bi derdorê dixe!
În 27 Çile 2023 - 03:28
Kovara heftane ya Elman, Stern vê hefteyê bi berga “Erdoganê agirpêker” derket. Li ser bergê kovarê dinivîse, “Erdoganê agirpêker: Ji bo ku desthilata xwe misoger bike, serokkomarê Tirk bêwijdan şerên bi tehlûke gur dike - her wiha li Elmanyayê jî”.
Ev berg xwe disipêre nivîsa di kovarê de ya rojnamevan Jonas Breng. Breng di nivîsa xwe de dibêje, Erdogan bi Pûtîn re bi welatên rojava re muzakereyan dike, ew dilê NATO´yê dihêle û li li Sûrî şer dike: Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan navneteweyî li ser dika mezin e. Lê li mala xwe ew neçar e ji bo desthilatê bêeman têbikoşe.”
FRANKFURT