Erdogan mîtîngê dike Wanî berdêlê didin

Pêncşem 25 Tebax 2022 - 21:27

  • Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan dixwaze li Milazgirê mîtîngekê bike û heq û mesref û berdlêa wê bi xelkê Wanê dide dayîn. 

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan dixwaze li Milazgirê mîtîngekê bike û heq û mesref û berdlêa wê bi xelkê Wanê dide dayîn. Li bajêr ji bo Erdogan pere tên komkirin.

Qeyûmê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dagir kiriye, ji bo mîtînga Erdogan a li Wanê, ya di Hezîrana bihurî de 5 milyon TL pere xerc kiribûn. Qeyûm her wiya mesrefên mîtînga Erdogan a 'pîrozbahiyên sala 951'ê' ya li Milazgirê jî daye ser milên şaredariyê.

Ji bo ku xelkê bibin mîtîngê, ji Wanê 1071 wesayît hatin kirêkirin û dixwazin qederê 15 hezar mirovan bibin cihê mîtîngê.

Zextê jî li personelên cemaweriyê dikin da ku tevlî mîtîngê bibin. Waliyê Wanê Ozan Balci ji bo mîtîngê seferberî ragihand.

Serokê AKP'ê yê Wanê, Kayhan Turkmenoglû ragihand ku wê bi 1071 wesayîtan biçin mîtîngê.

Li gorî agahiyan, wê ji bajarên derdorê yanî ji Bedlîs, Erzirom, Agirî û Qersê bi mînîbusan mirovan bibin mîtîngê.

Gef li muxtaran xwarin

Şaredariya Agiriyê ya AKP´yî jî ji bo tevlîkirina xelkê li mîtîngê, 247 wesayît kirê kirine.

Tîmên konvedanê yên Serokatiya Daîreya Kontrolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku bi qeyûm hatiye dagirkirin, bi rojan e li Milazgirê dixebitin.

Ji ber mîtîngê beriya bi rojan wesayît û xebatkar ji Milazgirê re hatin şandin. Serkêşê vî karî jî Midûrê Karên Paqijiyê yê Şaredariyê Mûrat Turklu û Serokê Daîreyê yê bi navê Serkan Başdînç in.

Hînê nayê zanîn ka berdêla kirêkirinê ya wesayitên ji bo mîtîngê dane kîjan fîrmayê.

Ji ber mîtînga Erdoganî, hêzên çekdar ên dewletê yên li bajarên derdorê çûne Milazgirê. Milazgir ev bû qederê hefteyekê dorpêçkirî ye.

Qemyeqamê Milazgirê Yîgît Yaşar Demîrer jî gef li gundan xwarin. Wî ji keyayan re got, hey yek ji wan wê 30 gundiyan bi xwe re tevlî mîtîngê bike. Heger vê bekin jî xizmetên ji gundên wan re wê bên birrîn.

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.