Derew kir û çû
Duşem 12 Tîrmeh 2021 - 03:38
- Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle destnîşan kir ku Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP’ê pêvajoya “çareseriyê” bi dawî kir û got: “Bi îqtidara ku zîhniyeta Îttîhad-Teraqî temsîl dike pêvajoya aştî û çareseriyê ne mimkin e.”
OZGUR PAKSOY
MA/AMED
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 9’ê Tîrmehê de hat Amedê. Erdogan weke her carê gotinên xwe dugêsinî kirin. Dîsa bi heman gef û gurran li dijî kurdan û partiyên kurdan axivî. Erdogan di daxuyaniya xwe de HDP gunehbar kir û îddîa kir ku HDPʼê pêvajoya çareseriyê bi dawî kiriye.. Lê Erdogan gotinên xwe yên di sala 2015’an de ku gotibû “Me pêvajo rakiriye sarincê” ji bîr kir û li Amedê carek din HDP’ê sûcdar kir. Daxuyaniyên Erdogan carek din pêvajoya çareseriyê çawa dest pê kiriye û çawa bi dawî bûye anî rojevê.
Erdogan mutabaqata Dolmabahçeyê red kiribû û bi vê yekê re tecrîdkirinar Rêber Apo şidandibûn. Pêvajoya çareseriyê piştî Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an û kuştina 2 polîsên li navçeya Serêkaniya Rihayê ya di 22’ê Tîrmeha 2015’an de hat bidawîkirin û carek din konsepta şer dest pê kir.
Pirr bêçare ne
Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle ku bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn têkildarî daxuyaniya Erdogan a dawî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Hatîp Dîcle anî ziman ku Erdogan dîsa li pey xapandina kurdan e û lewma hatiye Amedê û hatina wî ya Amedê jî bi pîlan bû û got: “Çimkî herî zêde ew dizanin kurd çiqas bi pirsgirêkan re rûbirû mane. Di vê pêvajoya dawî de êdî Kurdan rûyê wan ê rastî baş nas kiriye. Êdî dibînin ku çawa dihelin. Ji ber vê yekê jî ji Kurdên nav AKP’ê re vê dibêjin; biçin bi wan însanên me yên berê re bipeyivin û li ser bingehê hûn dîsa dilê wan xweş bikin biaxivin. Teqez wan qanih bikin û bila bixebitin. Pir eşkere dibînin ku di nava bêçaretiyekê de ne.”
Belgeyên Îmraliyê hene
Dîcle bal kişand ser hatina Erdogan a Amedê, daxuyaniyên wî û got: “Em dibînin ku piştî Erdogan hat Amedê taktîkeke nû pêk tîne. Li ser bi dawîkirina pêvajoya Îmraliyê hema bêje 6 sal derbas bûn. Piştî ku pêvajoya Îmraliyê qediya û şûnde me wê demê weke Şandeya Îmraliyê gelek berfireh ji çapemeniyê re qala pêvajoyê kir. Balkêş e ku Erdogan jî di nav de tu AKP’iyan negot ‘hûn rastiyan nabêjin, nîşeyên Îmraliyê hene, li gorî wan rastî ev e’. Ji ber wê yekê hatina Erdogan a Amedê lêgerîna ka ‘ez ê Kurdan dîsa çawa bixapînim, qet nebe hilbijartinên pêşiya me de ez ê çawa di nava kurdan de dengên xwe bilind bikim’ e.”
Dîcle da zanîn ku gelê kurd dizane AKP weke MHP’ê dijminê gelê Kurd e û got: “Ji ber vê yekê gotinên Erdogan li ser gel bandoreke mezin nake. Lê ew bi israr weke Wezîrê Propagandayê Goebbels ê Hîtler derewên xwe didomîne. Tişta ku Erdogan kir jî ev bû.”
Erdogan çerx kir
Dîcle bersiva pirsa me ya “Li gorî we kê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir?” jî da û got: “Hevkariya Fethullah Gulen û Erdogan bi operasyona 17-25’ê Kanûna 2013’an bi dawî bû. Yanî bi hev ketin. Di navbera wan de şerê îqtidarê dest pê kir. Erdogan bi hêza Fethullah Gulen bi ser Ergenekonê ve çû. Vê yekê Erdogan xist nava fikaran. Erdogan çerx kir. Hêj hevdîtinên me û dewletê didomiyan, pejna hin tiştan dihat kirin. Lê pişt re hemû bi eşkereyî derket holê. Ergenekon û MHP’ê zext li şirîkê xwe Erdogan kirin û bi tasfiyekirina cemaeta Fetgullah Gulen re, biryara tasfiyekirina Kurdan û bidawîkirina pêvajoya çareseriyê hat dayîn. Bi îqtidara ku zîhniyeta Îttîhad-Teraqî temsîl dike pêvajoya aştî û çareseriyê ne mimkin e. Dema ev zîhniyet têk biçe, wê pirsgirêka kurd jî bi şiklekî demokratîk were çareserkirin.”