Erdheja ku îro li navçeya Bazarcix a Mereşê û navçeyên Nurdaxî û Islahiye yên Dîloke bi pileya 7.4 pêk hat, taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê jî hejandin û li her du taxan jî avahî hilweşiyan.

 

6 kesan rehmet kir

Li gorî agahiyên rayedarên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li Şêxmeqsûdê, li her du taxan avahî hilweşiyane û 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li gel kesên jiyana xwe ji dest dane, li Şêxmeqsûd 33 kes, li Şehba 5 kes, li Kobanê 4 li Minbicê jî 2 kes birîndar bûne.

 

Navendên alîkariyê hatin avakirin

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ji bo şêniyên ku malên wan zirar dîtiye, navend amade kirin.

21 komînên rojhilatê Şêxmeqsûdê li gorî perspektîfên Meclisa Giştî şêniyên rojhilatê taxê birin navendên ku li Parka Arîn Mîran a Eşrefiyeyê û Parka Efrîn a li rojhilatê taxê, mizgeft, dibistan û qadên giştî yên her du taxan, heta ku malên wan bi ewle dibin.

NAVENDA NÛÇEYAN