- Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ber erdhejê bi hezaran mirov mirin û birîndar bûn. Organîzenekirina xebatên rizgariyê kir ku hejmara miriyan zêdetir bibe. Gelek alî tedbîrnegirtina hikûmeta AKP-MHP´ê berpirsiyar dibînin.
Li bajarên Mereş û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê bi şida 7.7 erd hejiya. Ji ber erdhejê hejmarên piştrastkirî hîna nehatine eşkere kirin lê bi hezaran kesî wefat kiriye, û gelek kes hîna di binê xirbeyên avahiyan de ne. Ji ber organîzeya xirab a AFAD´ê li gelek bajaran xelk nekarî ji bin xirbeyan bê derxistin. Li aliyê din tevî ku Tirkiye û Kurdistan welatên erdhejê ne, hikûmeta Tirk a ku Bakurê Kurdistanê jî dagir kiriye, ti tedbîrên cidî beramberî Erdhejê negirtin. Di warê hişyarkirinê, di warê zexmiya avahiyan û di warê rizgarkirinê de ji ber ku wezîfeyên xwe bi cih neanîn bi hezaran kes di erdhejê de mirin û birîndar bûn.
Li bajarên Mereş, Meletî, Dîlok, Riha, Amed, Xarpêt û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê bi sedan mirov di encama erdhejê de mirin. Gelek kes hîna di bin xirbeyan de ne. Doh saet 13´an gava serokkomarê Tirk bîlanço eşkere kir ji bo tevahiya Tirkiyeyê, yanî tevî bajarên Hatay, Edene, Osmaniyeyê jî behsa 912 kesên mirî yên fermî piştrastkirî kir. Hejmar gava nûçeya me dihat amadekirin ji mêj ji hezarî bihurî bû.
Alîkariya lezgîn nelezand
Yek ji navendên ku tesîra erdhejê lê herî zêde bûyî, navçeya Mereşê Bazarcix bû. Xelkê Bazarcixê ji ber organîzenebûna rêxistina alîkarî û rizgarkirina felaketan a dewleta Tirk AFAD´ê gelek gazin kirin. Ji deverê xelkê ji AFP´ê re peyivî got, “Tîmên AFAD'ê piştî erdhejê li herêmê karên lêgerîn û rizgarkirinê organîze nekirine, lewma mirov bi lezgînî li benda alîkariyê ne.”
Hîna ji gundan ti tesbîtên xisarê û kesên canê xwe ji dest dayî neghatiye kirin. Gelek kes jî li Bazarcixê hîna di bin xirbeyan de ne.
Li navçeya Mereşê Elbistanê piştî erdheja duyemîn a ku bi şida 7.5 çêbû, hilweşîn girantir bû. Rayedarên dewleta Tirk alîkariyê nagihînin mexdûrên erdhejê. Tenê derdora avahiyên hilweşiyayî digirin. Karên lêgerîn û rizgarkirinê li gelek avahiyan hînê nehatine kirin. Ji ber ku kon nedane gelek kesan, di dema erdheja duyemîn de gelek kes di hundirê xaniyan de bûn.
Li gundê Korucek ê Elbistanê ku gundekî Kurdên Elewî ye, bi dehan xanî bi erdheja dawî re hilweşiyan.
Amed jî tenê hiştin
Li Amedê jî kesên li herêma erdhejê ragihandin ku alavên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê gelekî kêm in. Ji TMMOB'ê Samet Ûcama qala xebatên li Amedê kir û got, amûrên rizgarkirinê li herêmê kêm e.
Li gorî daneyên şaxên SES û TTB yên Amedê, li Amedê doh piştî nîvrojê wefata 26 kesan hatibû piştrastkirin, û 454 kes birîndar bûn. Li Amedê di nava rojê de gelek avahiyên din jî hilweşiyan û piştî erdheja duyem li Yenîşehîra Amedê avahiyeke din hilweşiya.
Hevserok û Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî (BMG) li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol daxuyanî da û bal kişand se karên ku divê bi lezgînî bêne kirin.
Li Riha Semsûr û Dîlokê xisare mezin
Li Riha û navçeyên wê ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Hat diyarkirin ku li navenda bajêr û li navçeyên Hewag, Bîrecîk û Pirsûsê 60 avahî hilweşiyane. Li navçeyên Xelîliye û Eyubiye yên navenda Rihayê jî herî kêm 20 avahî hilweşiyane, herî kîm 20 cenaze ji bin kavilan hatine derxistin û nêzî 100 birîndar jî birine nexweşxaneyê.
Li navenda Semsûrê şebekeyên telefonan, av û ceyranê jî qut bûne. Di encama erdhejê de bi dehan avahî hilweşiyan û gelek kes hêj jî di bin xirbeyan de ne. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Li Hatayê jî dewleta Tirk nîne
Hêzên ‘delweta Tirk ên ku ji bo dagirkeriyê tevahiya hêzên xwe seferber dike, di vê felaketa mezin de li bajarên Tirkiyeyê jî xuya nake. Li Hatayê, parlamentera CHP'ê Sûzan Şahîn tevlî bernameya kanaleke televîzyonê bû û got, "AFAD nehat vê derê. Ev tê wê wateyê ku yên di binê xirbeyan de mane, jiyana xwe ji dest dane. Li Skenderûnê 32 avahî hilweşiyan. 8 saet di ser re derbas bûn, lê hîna jî karek nayê kirin. Rewşa hewayê gelekî nebaş e. Mirov li meydanan in. Cenazeyên me li kêleka rê ne. Ti tîm nehatin vê derê ku koordînasyonê bike. Erdhejê bandor li balafirgehê jî kir, seferên balafiran nikarin bê kirin. Bila AFAD bê vê derê. Êdî bes e. Mirov digirîn. Li navendên kombûnê cihên parastî nînin.”
Li Skenderûnê avahiya HDP û ÎHD´ê jî hilweşiyan
Li navçeya Îskenderûnê ya ser bi Hatayê, avahiya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Saadet (SP) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) lê û gelek avahiyên li navçeyê, hilweşiyan. Hate zanîn ku di bin kavilan de gelek kes hene û komên rizgarkirinê hindik in.
Ji bilî wê ji ber erdhejê li edene, Osmaniyeyê jî gelek avahî hilweşiyan û gelek kes mirin. Hejmarên nûkirî em li ser malpera xwe belav dikin.
Balafirgeh hemû hatin girtin
Li Edene, Dîlok û Mereşê ji ber xisare erdhejê di pîstên balefirgehan de kirin, balafirgeh hatin girtin. Li Mereş û Dîlokê tenê destûr ji firîna balafirên alîkariyê û rizgarkirinê re tê dayin. Her wiha Balafirgeha Hatayê ya ku ji ber erdhejê xisar lê bû, bi temamî hate girtin.
Petrol hew diherike
Rêveberiya PDK´ê ya li Başûrê Kurdistanê, îxracata xwe ya petrolê ya di ser Tirkiyeyê re rawestand. Hikûmeta Hewlêrê ragihand ku ji ber erdhejê wê îxracata xwe ya petrolê ya di ser Tirkiyeyê re, rawestandiye. Wezareta Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku wan rojane hinerdekirina petrolê ya 450 hezar varîlî, rawestandiye.