- Kovara Fransî ya siyasî Le Nouvelle Observateur cihekî fereh daye Erdogan û siyaseta wî ya zextê.
Kovara Fransî ya siyasî Le Nouvelle Observateur cihekî fereh daye Erdogan û siyaseta wî ya zextê. Yek ji dosyayan jî li ser hewldana wî ya ji bo tesîrkirina li ser Tirkên li Fransayê ye. Li gorî nivîsakara gotara bi navê “Comment Erdogan tente de contrôler la communauté turque de France” (Erdogan çawa hewl dide civaka Tirk li Fransayê kontrol bike) Nathalie Funès, ev di “çarçoveya pratîka dînî, zext û manîpulekirina nûçe û agahiyan” de pêk tê. Yanî “Enqere bi tevahiya navgînan hewl dide dîasporayê kontrol bike.”
Bi ya nivîskarê ev yek tesîrker e, lê heta bi cihekî. Faruk Gunaltay ê ku ji malbateke dîplomatên Tirk e ji nivîskarê re gotiye, “Îstîxbarata Fransayê şîret li min kir da ku ez neçim Tirkiyeyê.” Ji bilî wî jî li 6 Tirkên li Fransayê yên lêkoler, întelektuel, çalakgerên civaka sivîl nameyên gefxwarinê tên şandin. Nivîskar behsa wê yekê dike çawa bi navgînên zorê, gefxwarinê hikûmeta Tirk civaka Tirk li Fransayê kontrol dike.
PARÎS