- Emerîkayê ceza bide Wezareta Sinaî ya Wezareta Parastinê ya Tirkiyê.
Ji ber ku dewleta Tirk sîstema fuzeyan a Rûs S-400 kirîn, Emerîkayê biryar da di hin waran de ceza bide Tirkiyê. Dewleta Tirk biryar şermezar kir û îşaret da wê bersivê bide. Rûsyayê jî biryar weke neqanûnî bi nav kir.
Piştî ku dewleta Tirk sîstema S-400ʼan aktîv kir, Emerîkayê jî ceza danê. Emerîkayê ceza bide Wezareta Sinaî ya Wezareta Parastinê ya Tirkiyê. Li gorî vê, Emerîkayê îxracata xwe ya ji bo vê wezaretê bi temamî rawestîne. Serokê vê saziyê Îsmaîl Demîr û 3 xebatkarên wê, wê hesabên wan bêne rawestandin û di warê vîzeyê de wan bi sînor bikin.
Piştî biryar hat eşkerekirin, Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo jî li ser twîtterê xwe got: “Tevî ku me Tirkiyê gelek caran hişyar kir jî sîstema S-400 kirî û ceriband. Cezadayîna Wezareta Sinaî ya Tirkiyê nîşan dide ku wê Emerîka pîvanên CAATSAʼyê bi temamî li dijî Tirkiyê bi kar bîne. Em ê danûstendinên ciddî yên bazirganiya eskerî bi Rûsyayê re tolere nekin.”
Hêjayî bi bîr xistinê ye, ev cara pêşî ye, Emerîka qanûna CAATSAyê li dijî endamekî NATOʼyê pêk tîne.
NAVENDA NÛÇEYAN