Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku ew bi rêxistiniya xweparastinê û berxwedaneke mezin 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin û destnîşan kir ku wê hem destketiyên jinan biparêzin, hem jî pêşengiyê ji avakirina jiyana azad re bikin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ji ANF'ê re axivî. Besê Erzîncan bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan 21 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide û got, "Sedema tecrîda giran a li ser Rêberê me ew e ku sîstema jiyaneke alternatîf a azadîparêz daniye holê. Di navbera bidawîkirina qirkirina jinê û azadiya Rêberê me de têkiliyeke xurt heye. Pêngava ku em ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşînin di heman demê de pêngava azadiya jinan e. Rêberê me di heman demê de rêberê azadiyê yê jinan e.  Lewma têkoşîna jinan a ji bo azadiya wî, wê têkoşîna azadiya jinan bi pêş ve bibe."

Divê jin pêşengê yekîtiyê bin

Besê Erzîncan bi bîr xist ku tevgera wan a jinê li Bakurê Kurdistanê, li gel jinên ji gelên Ermen, Ereb, Çerkes, Rûm, Roman, Tirk û tevahî gel û baweriyan, li dijî faşîzmê berxwedaneke mezin nîşan dide.

Besê Erzîncan diyar kir ku herî zêde ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan divê jin bixebitin û bal kişand ser roleke stratejîk a yekîtiya jinên Kurd ên li Başûr di pêşvebirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd de.

Besê Erzîncan bi dewamî got, "Jinên Şengalê piştî fermanê hişmendiya xwe ya azadiyê, rêxistinbûniya xwe ya xweser bi rengekî serketî bi cih tînin. Jinên Şengalê ji bo xweseriya Şengalê bi xurtî dixebitin. Li ser vî bingehî em karên dema dawî yên jinên Êzîdî silav dikin. Divê jinên Êzîdî karibin yekîtiya xwe pêk bînin, hîn bêhtir tevlî karên yekîtiya neteweyî û yekîtiya jinan a Rojhilata Navîn bibin."

ANF/BEHDÎNAN