Dewleta Tirk bi Sûriyê û Iraqê re peymanên der barê ava çemên ku ber bi her du welatan ve diherikin de îmze kirin da ku mafên her du welatan di rêjeya herikîna avê de misoger bibe. Lê dewleta Tirk bi rêjeya ava van çeman dilîze û qanûnên navneteweyî bin pê dike. Ji lewre gelek aloziyên aborî û hawîrdorê li her du dewletan rû didin.

Hiqûqnas Hesen Mistefa piştrast kir ku dewletên dost ên ku lihevkirina Helsinkî û dewletên ku lihevkirina 1987`an îmze kirine, divê dewleta Tirk neçar bikin ku siyaseta xwe ya li hemberî herêmê biguhere û got: "Heke dewleta Tirk kêmkirina asta ava Firatê bidomîne, em ê serî li dadgehên navneteweyî bidin." 

Parêzer û hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa got îro li herêmê aloziyeke rastîn heye, sedem jî ew e ku dewleta Tirk herikîna ava çemê Firatê qut dike û wê weke çekekê li dijî herêmê pêk tîne.  

Ava çemê Firatê di vê demê de pir kêm bûye. Miqdara herikîna wê ji bingeha 500 metrekûp di her xulekekê de gihaştiye 200 metrekûp di her xulekekê de. Ev yek dê bi hezaran hektaran ji zeviyên çandiniyê ziwa bike. Di encamê de dê bi awayekî neyênî bandorê li aboriya herêmê bike. Ji ber ku şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê dikin.

ANHA/REQA