DYE’yê xelat da parêzerên girtiyên Behdînan

Nûçeyên Cîhan

În 3 Sibat 2023 - 04:42

  • Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Xelatên Salane yên Parazvanên Mafê Mirovan ên Kurewî eşkere kirin. Tîma parêzerên girtiyên Behdînanê a bi serkêşiya parêzer Beşdar Hesen jî ji xelatgirên îsal e.

Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Xelatên Salane yên Parazvanên Mafê Mirovan ên Kurewî eşkere kirin. Berdevkiya wezaretê îdîa kir parastin û destekkirina parzavanên mafê mirovan yek ji tiştên herî pêş ên siyaseta derve ya Emerîkî ye. Wê got, ew demokrasiyê, xwegihandina edaletê, civakeke sivîl a zindî, aboriyeke geşbûnê û îstîqrara ekolojîk weke esasê siyaseta xwe dibînin.

Wezaretê got, wan di salvegera 75´an a Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî û di salvegera 25´an a Danezana Parazvanîn Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de  wan xelat daye wan karên ji bo parastina hawîrdorê, başkirina rêveberiyê, misogerkirina hesabpirsînê û bidawîkirina bêcezahiştinê.

Mohammad Nur Khan ê ji Bangladeşê ji ber karê belgekirina binpêkirina mafê mirovan hêjayî xelatê hat dîtin. Elaize de Souza Farias a ji Brezîlyayê ji ber rojnamevaniya wê lêkoler a ji bo parastina Amazonan hêjayî xelatê hat dîtin. Chhim Sithar a ji Kamboçyayê ji ber karê wê yê sendîkavaniyê xelat wergirt. Nino Lomjaria û tîma wê yên ji Gurcistanê bi karê Ofîsa Parazvanên Giştî (PDO) yê ji bo ferdên LGBTQI+ xelat wergirtin. Rosa Melania Reyes Velásquez a ji Hondurasê bi karê xwe yê li dijî şideta beramberî jinan hêjayî xelatê hat dîtin, Nasrin Sotoudeh a ji Îranê ji bo karê xwe yê parêzeriya aktîvîst û siyasetvanên muxalifan xelat wergirt. Mohamed Ely El Her ê ji Morîtanyayê bi karê xwe yê dehên salan ên ji bo misogerkirina mafê xwedîtiya erd a civaka xwe, xelat wergirt. Ding Jiaxi yê ji Çînê, bi karê xwe yê ji bo rêzgirtina ji mafê mirovan re hêjayî xelatê hat dîtin.

Ekoue David Joseph Dosseh ê ji Togoyê bi karê avakirina kapasîteyan ji bo civaka sivîl a Togoyê, xelat wergirt.

Tîma parêzerên girtiyên Behdînanê a bi serkêşiya parêzer Beşdar Hesen jî ji xelatgirên îsal e. Wezaretê sedema xelatdayîna komê û Beşdar Hesen wiha rave kir:  “Birêz Hesen parêzerekî mafê mirovan e li Iraqê û serkêşê komek parêzeran e ku kar dikin weke desteya parastinê ya ´Girtiyên Behdînanê´ – komek rojnamevan, aktîvîst û xwepêşanderên ku Rêxistina Efûya Navneteweyî weke ´kêfî kirine nezaretê´ bi nav kir û li Behdînan (parêgeha Dihokê), herêma Kurdistana Iraqê ´bi zorê hatin wendakirin. Komê di dozên giran de yên ku ji bo wan rîska şexsî û pîşeyî ya mezin dianî, karê parastina hiqûqî kir. Hewldanên çavtirsandina komê çêbûn, kom hat tacîzkirin û kesên nediyar gefên kuştinê li endamên komê xwarin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.