Roja yekşemî ango 13’ê Tebaxê, Ziryan Melayî û Zîlan Melayî xwendekarên mîmarî yên Koleja Teknîkî ya Keçan a Sinê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin û ew birin cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyekê herêmî, hêzên rejîmê avêtine ser mala van her du xwîşkên xwandekar li “Kemerbendî 17 Şehrîvar (Ferehh)” û bêyî nîşandana belgeya dadgehê ew kirine binçavan. Ziryan Melayî xwendekara bawernameya karnasiya mîmariyê ye û Zîlan Melayî jî xwendekara lîsansê di beşa mîmariyê de ye.

Heta niha jî derbarê sedema binçavkirina herdu xwişkên xwendekar de ti agahî nehatine bidestxistin.

KURDPA

Wêne ji rastê ber bi çepê: Zîlan û Ziryan Melayî