Du tabloyên piçûk ên Rembrandt hatin dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Çile 2024 - 03:25

Şêwekarê Hollandî Rembrandt hin tabloyên herî girîng ên dinyayê çêkiribûn. Nexasim jî tabloyê wî yên bi navê “The Night Watch” û “The Anatomy Lesson of Dr. Tulp” du ji wan tabloyên girîng in. Rembrandt her çiqas bi tabloyên xwe yên mezin were naskirin jî di van rojên dawî de du portreyên wî yên piçûk ango mînyatûr jî hatin kifşkirin.

Rijksmuseum a ku li Amsterdamê ye û li dinyayê xwedî koleksiyona herî mezin a Rembrandt e da zanîn ku wan du portreyên piçûk ên Rembrandt dîtine ku ev 200 sal bûn veşartî bûn. Rembrandt van her du tabloyên xwe yên piçûk di sala 1635’an de çêkiriye. 

Rijksmuseum wisa pê bawer e ku ev tablo bi diyarî hatine çêkirin û got, “Ji ber ku ev portre portreyên herî piçûk ên Rembrandt in qedrê wan bêhtir e. Gava Rembrandt portreyên gilover çêdikirin ew li Amsterdamê pir dihat naskirin û bi rengê hunermendê portreyan dihat zanîn.” 

Piştî lêkolînên li ser her du tabloyên piçûk bi dawî bûn û boyaxa li ser tablo hate analîzkirin Rijksmuseum teqez kir ku ev tablo ên Rembrandt in. Her wiha şêwaza bikaranîna firçeyê jî nîşan dide ku ev tablo ji destê Rembrandt in.

AMSTERDAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.