Du romanên xwe diyarî Katalonyayê kirin

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 24 Cotmeh 2021 - 23:46

  • Helîm Yûsiv li ser kitêbên xwe yên ku wî diyarî dezgeha herêma Katalanyayê kirin, bi zimanê Katalanî malavahiya gelê Katalonyayê kir.

Nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv bi twîttekê ragihand, ku di çarçova beşdariya xwe ya pêşangeha pirtûkan a Frankfurtê ya li Elmanyayê de ew çûye serdana dezgeha Navenda Katalonyayê û wî du romanên xwe "Firîna bi baskên şikestî“ bi kurdî û romana "Gava ku masî tî dibin“ bi Ingilîzî diyarî nûnertiya Katalonyayê ya li Fuara Kitêban a Frankfurtê kiriye.

Helîm Yûsiv li ser kitêbên xwe yên ku wî diyarî dezgeha herêma Katalanyayê kirin, bi zimanê Katalanî malavahiya gelê Katalonyayê kir.

Di twitta xwe de Helîm Yûsiv ragihand ku nûnerê Katalonyayê Ismael Sahun soz daye wî ku ew ê diyariya wî bigihîne parlamena welatê xwe.

Parlamena Katalonyayê di 20’ê Cotmehê de bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kiribû.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.