Beliban zu Stolberg keça Kurdekî û Elmanekê ye û îsal romana xwe ya destpêkê bi navê “Zweistromland” nivîsiye. Zweitromland yanî “welatê du çeman” navek e ku bi Elmanî li Mezopotamyayê tê kirin. Beliban a niha 30 sal î, esas jixwe li ser nivîsandinê perwerde bûye. Ew yek ji nivîskarên senaryoyan a serketî ye. Li gorî rexneyên heta niha jî di romana xwe de nexasim kariye aliyên serketî yêîn senaryo nivîsandinê bi cih bike.
Kesayeta sereke ya di romanê de Dîlan e. Ew şêwirmendeke hiqûqî ye û piştî ku dayika wê dimire, hê li ser gorna wê, meseleya nasnameyê dibe agir û bizot bi laşê wê digire. Rêwîtiya wê ber bi Amedê ve dest pê dike, lê roman navê xelkê Diyarbekir tercîh nake, li şûna wê navê fermî yê Tirkî “Diyarbakir” tercîh kiriye.
Axir li ser romana lêgerîna nasnameyê ya Dîlanê, nivîskar Beliban zu Ztolberg dibêje, “Qehremana romana min Dilan e. Ew keçeke Elewiyên Kurd e, yên ku zilm û şidet li wan bûye. Lê li ser vê meseleyê ew dengê xwe nakin, hiş dibin. Romana min li wê derê dest pê dike, li devera ku êdî mirov nikare giraniya bêdengiyê hilgire.”
Roman serê Îlonê ji weşanên Kanon ên li Berlînê derçû û di 218 rûpelan de behsa vê serpêhatiya Dîlanê ya lêgerîna nasnameyê dike.
Ronya Othman a bi xwe Kurd û Êzîdî wiha behsa vê romanê dike: “Beliban zu Stolberg behsa rabihuriyeke rûxiyayî û êşa roja me ya îro dike. Romaneke ku mirovî her diçe bêhtir ber bi jêr ve, ber bi kûrahiyê çemî ve dikişîne.”
Axir wiha xuya dike ku destpêka romannivîsiya Belibanê serketî bûye. Lê wê nekariya navekî li Kurdistanê bike, li şûna wê wê jê re bêhtir “welatê du çeman” gotiye.
FRANKFURT