• 28 endamên Meclîsa Nûneran a DYE bi nameyekê ji wezareta hikûmeta xwe ya derve re behsa fikarên xwe yên elaqedarî bernameya dronan a dewleta Tirk kir. 

28 endamên Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi nameyekê ji wezareta hikûmeta xwe ya derve re behsa fikarên xwe yên elaqedarî bernameya dronan a dewleta Tirk kir. 

Endamên Meclîsa Nûneran David Cicilline ê ji Rhode Island û Gus Bilirakis ê ji Floridayê pêşengiya van endamên meclîsê kir. Wan ji Wezîrê Karê Derve yê DYE´yê Antony Blinken re nivîsî da ku “[îfade bikin] fikarên xwe yên li ser bernameya wesaîtên bê pîlot ên çekdarî yêndewleta Tirk , ya ku gelek herêmên dinyayê bêîstîqrar kirine û tehlûke ne ji bo berjewendiyên DYE´yê, hevgir û partnerên wê". 

Peyva partner a li vir hatiye bikaranîn di zimanê siyaseta derve ya DYE´yê de esas îşaret bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê dike. 

Di du rûniştinên dawî de hem li Kongreyê û hem jî li Senatoyê, qanûnçêkerên Emerîkî peyam dabûn Tirkiyeyê, da ku ew têkiliya xwe ya hevkariya bi îmtiyaz a di pîşesaziya eskerî de bi DYE´yê re weke ku misoger be nebîne.   

Lê niha diyar e ku Kongreyê berê xwe daye bernameya dronan a dewleta Tirk. Niha bi vê nameyê, nûnerên Meclîsa Nûneran doza brîfîngeke berfireh a li ser mijarê li wezîrê Antony Blinken dikin. 

Doza brîfîngê li Blinken dikin  

Endamê Meclîsa Nûneran, Cicilline dibêje, “Ferzek e ku teknolojiya Emerîkî li gorî berjewendî, nirx û tifaqên Emerîkî bê bikaranîn. Ji ber vê yekê em ji wezîrê karê derve Blinken xwest ku lêbikole, gelo bernameya dronan a dewleta Tirk qanûnên Emerîkî binpê dike yan na, yan jî gelo herêmên ku berjewendiyên me yên ewlekariya neteweyî lê ne, bêîstîqrar dike yan na.”
Nûner Bilirakis jî got, "Dewleta Tirk baweriya ku mekanîzmayên me yên bergiriyê pê dianîn, pûç kir, û ji ber vê em dixwazin rêveberiya Biden brîfîngê bide me li ser vê bernameya dronên kujer."

28 endamên Meclîsa Nûneran bikaranîna dronan li dijî Kurdan jî rexne dikin. Ew cih didin gotinên berdevkê Dostên Kurdistanê yên Emerîkî, Dilîman Abdulqadir: "Rejîma Tirk dewam dike ku NATO´yê weke mertal bi kar bîne, û di heman demê de bernameya xwe ya dronan ji bo hevgir û partnerên me yên li herêmê bike hedef bi kar tîne."   
Name bîpartîzan e, yanî nûnerên komarxwaz û yên demokrat jî destekê didinê.

WASHINGTON