- KCDK-E bi beşdariya heyeteke siyasetvanên Kurd ên weke Hatip Dîcle, Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, li ber Komîsyona Ewrûpayê çalakiya rûniştinê ya 4 rojan da destpêkirin. Heyet wê li Komîsyona Ewrûpayê hevdîtinan bike û bi CPT´yê re jî rûne û doza bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan bike.
ERDOGAN ZAMUR/STRASBOURG
Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewrûpayê (KCDK-E) Kurd û dostên wan li bajarê Fransayê Strasbourgê li ber navenda Konseya Ewrûpayê dest bi çalakiyeke rûniştinê 4 rojan kir. Di çalakiyê de doza rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî tê kirin.
Di çalakiya rûniştinê de nûnerên gelek saziyan û komeke ji 100 kesî ya ji Swîsreyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Komê hem xwest tecrîdkirina Ocalan bê bi dawîkirin û hem jî Ocalan fizîkî jî azad be. Komê wekî din dosyayek jî da Konseya Ewrûpayê û di vê dosyayê de dozên rakirina tecrîdê, azadiya fizîkî ya Ocalan, agahdariyên li ser sîstema tecrîdê ya Îmraliyê, mafê hêviyê û rewşa bêagahdarîhiştina ji rewşa girtiyên li Îmraliyê hebûn.
Hevdîtina bi CPT´ê re
Di çalakiyê de ji hevserokên berê yê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Hatip Dicle û Selma Irmak, parlamenterê berê yê HDP´ê Ertuğrul Kurkçu, Faysal Sariyildiz, Dilek Ocalan û Nursel Aydogan jî cihê xwe digirin. Heyeta wan, doh êvarê tevlî civîna Koma Partiya Çep a Fransayê ya Parlamena Ewrûpayê bû.
Heyet wê di çarçoveya çalakiyê de çarşemê (sibe) bi Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) hevdîtineke bikê.
Çalakî wê li her derê bin
Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş di çalakiyê de peyivî. Wî got, 9´ê Cotmehê ji bo Kurdan rojeke reş e û wiha dewam kir: “Bi vê komployê hewl dan di ser Rêbertiya me re Kurdan tine bikin. Lê belê Rêbertiya me bi helwêsta xwe û paradîgmaya xwe bersiva lazim da komployê.” Wî got, heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad dibe, ew ê li her derî û her tim çalakiyan bikin.
Hevseroka KCDK-E´yê Fatoş Goksungur jî got, “Komploya Navneteweyî veguherandin tecrîdkirina navneteweyî. Heta ku ev tecrîd dewam dike, ne li Tirkiyeyê û ne jî li Rojhilata Navîn demokrasî pêk nayê. CPT û Komîsyona Ewrûpayê bi bêdengiya xwe dibin şirîkê vê tecrîdê.”
Divê hesabê komkujiya bê pirsîn
Siyasetvanê Kurd Hatip Dicle jî pêşî şehîdên komkujiya Gara Enqerê bi bîr anîn û wiha dewam kir: “AKP-DAIŞ´ê bi hevkarî bi vê komkujiyê bêhtirî 100 mirovî qetil kirin. Em ê gotinên wî serokwezîrî ji bîr nekin, ê ku gotibû, her ku bombe diteqin, dengê me zêde dibin. 4´ê Cotmehê li Silêmaniyê Nagîhan Akarsel qetil kirin. Ev êriş li dijî rûmet û wicdanê Kurdan bû. Li pişt vê êrişa xayînane, em dibînin şopên dewleta Tirk a qirker hene. Em ji rayerdarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê, nexasim jî ji yên YNK´ê dixwazin berpirsan derxin holê û hesab ji wan bipirsin.”
Her roj komeke cihê
Îro bi beşdariya xelkê ji başûrê Kurdistanê wê çalakiya rûniştinê dewam bike. Sibe nûnerên PYD, PJAK, Tevera Azadî, CÎK, FEDA, nûnerên rêxistinên Êzîdiyan û yên TEV-ÇAND´ê çalakiyê dewam dikin. Pêncşemê jî ji welatên Belçîka, Holanda, Luksemburg û Fransayê komek wê çalakiyê dewam bike.