Dizên nasnameyan (1)

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Yekşem 6 Kanûn 2020 - 23:27

Li cografyayeke wekî Mezopotamyayê, li devereke wekî Rojhilata Navîn ku hema bibêje warê gelek tiştên ewil û esasî ye, meriv çi bike jî di hin waran de nikare bi esehî behsa hin tiştan bike. Ji bo hin tiştan bi esehî nikare bibêje filan tişt aydê filan neteweyê, aydê filan civakê ye. Ji lewra ji zimên, çand û kelepûrê heya bi êş û azaran, ji şer û cengan heya bi serketin, şanazî, hevrêtî û hevalbendiyê… danûstendineke werê çêbûye ku miheqeq piştî çend gavan tu têyî li dergûşeke harmoniyê asê dimînî. Axirê gelek tişt ji hev re bûne neynok û goşt.
Tu goşt înkar bikî, piştî wextekê neynok dirize, tu neynokê înkar bikî piştî wextekê goşt pûç dibe. 

Ji ber hindê, kesên ku jiyana li vê axê, qewimînên li derdora xwe nebînin, xwe li wan kerr û kor bikin, hesêb nekin û înkar bikin dê hêleke wan her riziyayî, pûç û nîvcomayî bimîne. Jixwe, xwelênekirinxweyî û înkarkirin jî taliyê dibe seba nasnameyeke nîvcomayî, hebûneke nekelek. Dibe seba dûrketina ji wesfên xwe yên esasî û siruştî, dibe seba dîrokeke kor, dibe seba xerîbbûn û biyanîbûna ji ked, xweza, cewher û hebûna xwe. Esas dibe bela serê te. Tu goştê xwe birûçikînî jî roja dehan be jî hesêb li hev dernayê û dibê, “çelppp” li nav çavê te dikeve. Naxêr, xelasî jê tine. Ji lewra kefikên mêzîn û terazûya rojhilatê şaşitiyê efû nake. An xwezanîn an xwezanîn. Heger hema kêliyekê jî bixafilî, dibe ku ew kêlî bibe seba xisareteke pirr mezin, bibe seba berbabûna qirnekê. 

Lewma li vê cografyayê heger tu xwedî îdîayeke mezin bîr û doza te dozeke mezin be şensekî te yê tu şoreş û berxwedana xwe mehkûmî armancekê tenê bikî, tine ye. Şensekî te yê tu hilberîn û afirandinên xwe li ser esasê armanceke berteng û tekparêziyê bikî, tine ye. Şensekî te yê tu xwendin û lêhûrbûneke şaş bikî tine ye. Şensekî te yê tu tiralî û tenbeliyê bikî tine ye. Şensekî te yê tu guhnedêriyê, xweserbûyînê, berpirsiyariya dîrokî, pêkaniya jiyaneke wekhev û demokratîk xerab bikî, tine ye. Yan na kîjan roj be jî dîrok dê te bişehitîne û bilepikîne. Kîjan roj be jî jiyaneke riziyayî, nexweşokî, sape û averê, jiyaneke ji hêza exlaq, etîk, estetîk, felsefe û zanistê xalîbûyî, dê bibe toq, dest bike pêsîra te. Jixwe yên kirine hal û weziyeta wan li rasta han e…

Ji lewra da karibî li gor heqîqeta vî warî bitebitî û bijî, tu mecbûrî dîrokê wekî berpirsiyariyekê esas bigirî, da tu karibî di dema esasî, dema niha de bijî. Tu mecbûr î, wê dehfdayîna dema borî ya ber bi niha ve û kişînbariya dema bê ya ber bi ya niha ve hîs bikî, da tu karibî di dema niha de bijî. Tu mecbûr î her tim li dû kifşkirinê bî, her gav demê bi heqîqetê biparzinînî, da bikaribî li warê xwe bitebitî. Yan na levîathan, dizên nasnameyan dê ji kemînên xwe bipengizin, wekî mû ji maran bikin, dê te ji te bidizin. 

Ma levîathan, ma diz, dizên nasnameyan çi dikin? Ma çi nakin! 

“Pêşî li tiştên te yên binirx digerin. Gava wan bibînin bêyî ku haya te jê hebe dest datînin ser… Lê diz her tim li dû xwe hin tiştan dihêlin, kesên zanibin çi ji wan hatiye dizîn bi hestên tolhilanînê tevdigerin û yên ku nizanibin çi ji wan hatiye dizîn valahiyek xwe li wan digire…”
Romaneke ji nav çar dîwaran, bi muamelat û exlaqê fikr û feraseta dozeke mezin û xwedî gelek armancên dorfireh. Romaneke bi mohra “görüldü”, romana Rojhat, Nesîmî, Arjîn, Dîlan û hevalên wan ku dibêjin “dîrok ne bi peywir, bi berpirisyariyê tê fêmkirin”, neynok û goşt ji hev nabin û ji bo jiyaneke azad û wekhev li dû meşên dirêj in û dizên nasnameyan faş dikin, bi gotinên vî rengî dibêje roja we xweş be.

Dewam dike

*Dizên Nasnameyan, romana A. Latîf Karaslanli yê ku ev 17 sal in, girtî ye. 
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.