Diyalog ji bo her kesî baştir e
Duşem 20 Çile 2025 - 03:10
Bi hilweşîna rejîma Esad re li Sûriyeyê hevsengî guherîn. Rêveberiya welêt radestî HTŞ’ê hate kirin. Dewleta tirk û çeteyên wê jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş dan destpêkirin. Êriş niha bi taybet jî li Bendava Tişrînê bi dijwarî didomin. Dewleta tirk li gel êrişan, her wiha li dijî statûya Rêveberiya Xweser jî xebatên dîplomatîk didomîne. Rêveberiya Xweser jî li dijî xetere û gefên heyî, lez da xebatên ji bo yekitiyê. Piştî hevdîtinên di navbera partiyan de, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî, li Hewlêrê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya PYD’ê Salih Muslim, têkildarî êriş û geşedanên li herêmê axivî.
Hedefa wan Kobanê ye
Salih Muslim, da zanîn ku êrişên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê didomin û got:“Şerê li herêma me hêj berdewam e. Tirkiye tevî çeteyên xwe êrişên hewayî didomîne. Li dijî vê gel jî çûye herêmê. Lê Tirkiye ji hewayî ve sivîlan hedef digire. Sivîl ji bo Bendav nebe hedefa êrişan hate wir. Lê niha hedef tên girtin. Hedefa esasî ya êrişên Tirkiyeyê Kobanê ye. Tirkiyeyê piştî HTŞ’ê rêveberiya Şamê bi dest xistî êrişên xwe zêde kir. Dixwaze herêmên Kurdan dagir bike. Ji bo derbasî Herêma Firatê bibe dixwaze Tişrîn û Qereqozaqê kontrol bike. Lê heta niha bi ser neketiye.”
Ger ji dil bin qebûl nekin
Muslim, bal kişand ser helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî êrişan û got:“Nerazîbûnên koalîsyonê tenê di asta dîplomatîk de ne. Li qadê mudaxileyek tune ye. Em, têkiliyên xwe yên bi koalîsyonê re stratejîk dibînin. Ji ber ku li dijî terorîzmê têkoşîn wiha dibe. Êrişên Tirkiyeyê dike ku DAIŞ dîsa bihêz bibe û xwe organîze bike. Ev yek xetereyeke mezin e. Heke êrişên Tirkiyeyê nesekinin, wê ev gef mezintir bibe. HTŞ dibêje ‘em ê tevahiya Sûriyeyê biparêzin.’ Lê tu nerazîbûnan nîşanî êrişên Tirkiyeyê nade. Heke jidil bin bila bên em bi hev re Sûriyeyê biparêzin.”
Diyaloga Kurdan şerte
Muslim, anî ziman ku li dijî êrişan yekitiya Kurdan ferz e û got:’’Birêz Mazlum Ebdî û birêz Mesûd Barzanî hevdîtin kir û ev ji bo gelê Kurd pir girîng e. Ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî û yekitiya Kurdan, divê gav bidomin. Di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên Kurdan axaftin hatin kirin û biryar hat dayin ku rêyên diyalogê vekirî bin. Li dijî êrişan, em li welatên Ewropayê jî hevdîtinên dîplomatîk dikin. Em li bendê ne ku Trump ji bo agirbesta berê hatiye îmzekirin dîsa bikeve meriyetê daxuyaniyê bide. Lê em ji bo her tiştekî xwe amade dikin.”
Kurd dilsozê Ocalan in
Muslim, anî ziman ku hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo çareseriya pirsgirêkan xwedî roleke krîtîk in û got:“Tirkiye pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser nake û bingeha pirsgirêkên îro jî ev e. Gelê Kurd dilsozê birêz Ocalan e. Çareseriya bi rêya diyalogê dê ji bo her kesî baş bibe. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn niha pêşengtiya demokrasiyê dike. Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.”
MA/DELAL AKYUZ