Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li ser israra Erdogan û dewleta tirk a şer li dijî Qerebaxê de peyivî. Wî got, Erdogan çek daye Azerbaycanê, “Ji ber ku ew dixwaze qirkirineke din pêk bîne.”
Nîkol Paşînyan ji rojnameya Corriere della Sera ya Îtalyayê re axivî û got, dewleta Tirk stratejiya xwe ya li Behra Spî, Lîbya, Sûriye û Iraqê dixwaze li Başûrê Qefqasyayê jî pêk bîne.
Paşînyan got, “Armanca vê polîtîkaya wan ew e ku li her derê belav bibin. Serokkomarê Tirk Erdogan diyar kir ku ew naxwaze Azerbaycan dawî li dijminatiyê bîne. Heke ne ji mudaxeleya yekser a Tirkiyeyê bûya, vî şerî wê dest pê nekira. Tirkiyeyê teşwîq kir da ku Azerbaycanê êrişî Komara Qerabaxa Jorîn bike. Leşkerên Tirk êrişên xwe didomînin. Lê ne bi tenê ev e. Azerî çeteyên ji Sûriyeyê hatine jî bi kar tîne. Ev terorîst ji aliyê Tirkiyeyê hatine şandin.”
Paşînyan got, “Armanca Tirkiyeyê zelal e. Qirkirin e. Dewleta Tirk dixwaze gelê Ermen careke din qir bike. Ez ji civaka navneteweyî dipirsim, gelo em ê çawa bi terorîstan re agirbestê îmze bikin? Êrişî me kirin û wekî her kesî divê em xwe biparêzin. Tekane rêya bidawîkirina dijminatiyan naskirina Artsahê ya di qada navneteweyî de ye. Yan na, hemû Ermenên di bin kontrola Azerbaycanê de wê werin qirkirin.”

ROMA