Divê meriv amêran kontrol bikin!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Çile 2023 - 03:17

Li Silêmaniyê du ciwanên hunermend bi pêşangeheke şêwekarî û tabloyan bal birin ser ziyanên ku amêrên peywendiyê didin mirovan.

Li Muzexaneya Emne Soreke ya Silêmaniyê, pêşangehek ji aliyê du hunermendên ciwan ên bi navên Zêwer Resûl û Lenya Huner ve hat vekirin. Di pêşangehê de 20 tablo hatin nîşandan.

Her hunermendek bi 10 tabloyan tevlî pêşangehê bû. Zêwer Resûl derbarê pêşangehê de got, “Ji bo vekirina vê pêşangehê Rêkxirawa Birewdanî Gencan piştgiriya me kiriye. Armanca me ew e ku em nîşan bidin ku amêrên teknolojiyên çawan bandorê li ser mirovan dikin.”

Zêwer got, “Me hewl daye, em bi tabloyên xwe wê peyamê bidin ku divê mirov amêran kontrol bikin, ne amêr mirovan kontrol bikin. Niha pirraniya ciwanan bi amêrên aqilî ve hatine girêdan. Me bi tabloyên xwe xwestiye ciwanan li ser ziyanên van amêran, hişyar bikin.”

ROJNEWS SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.