Divê mafê astengdaran bê parastin
În 19 Kanûn 2025 - 18:30

- Serokê Federasyona Astengdaran Abdulmecit Yilmaz bal kişand ser pirsgirêkên astengdaran û wiha got:” Gelek pirsgirêkên astengdaran hene. Divê astengdar jî bikaribin jiyaneke civakî bidin meşandin. Divê pêşî li astengdaran bê vekirin. Divê mafê astengdaran bê parastin.”
ROZA METÎNA / AMED
Astengdar ji ber derfetên kêm û yên nayên afirandin di nava civakê de gelek zehmetiyan dibînin. Her çiqas îmzeya Tirkiyeyê li binê Peymana Mafên Mirovan a Astengdaran hebe jî lê belê mafê wan her tim tên binpêkirin. Bajar têra xwe li gor astengdaran nayên dîzaynkirin û têra xwe nabin rojev. Serokê Federasyona Astengdaran Abdulmecit Yilmaz li ser pirsgirêkên astengdaran û têkoşîna di vê qadê de didin nirxandin kir. Abdulmecit Yilmaz wiha got:” Em dibêjin em wek hev in ne ku em motajî vê civakê ne. Tenê em dibêjin derfetên ji bo me werin avakirin em ê jî bikaribin jiyana xwe dewam bikin. Lê dema ew derfet neyê cih em ê zehmetiyan bibînin.”
Hişmendiyeke li gor mafan divê
Serokê Federasyona Astengdaran Abdulmecit Yilmaz di destpêkê de zehmetiyên pê rû bi rû dimînin wiha anî ziman:”Yek ji zehmetiyên em pê rû bi rû dimînin hişmendî û nêzîkatiya civakê ye. Heger hişmedî li ser mafê mirovahiyê û mafê astengdaran were sazkirin, wê demê ez bawer im wê pirsgirêk nemîne. Wê demê mirov dikare rê û rêbazeke hîn şênber jî bîne ziman.”
Divê mafê astengdaran bê parastin
Abdulmecit Yilmaz da zanîn ji bo parastina mafên astengdaran ew dixebitin û wiha pê de çû:”Ger bajar ji bo astengdar jî jiyana xwe bikaribin bidomînin bê çêkirin an werin dîzaynkirin wê gelekî baş be. Ji bo zagonên mafên astengdaran tê de hatine bicihkirin, pêk werin em bi rayedaran re hevdîtinan pêk tînin. Em karê wan tînin bîra wan. Em dibêjin li gor zagonan mafên astengdaran hene. Peymana Mafên Mirovan a Astengdaran jî heye. Ev ji aliyê dewleta tirk jî ve hatiye îmzekirin. Em bi rayedarên şarederiyan û rayedarên dewletê re û hemû kesên ku ji mijara astengdaran berpirs in guftugoyan dikin. Em pirsgirêkan tînin ziman. Gelek pirsgirêkên astengdaran hene. Divê astengdar jî bikaribin jiyaneke civakî bidin meşandin. Divê astengdar bikaribin li gor derfetên ji wan re hatine veqetandin bixebitin jî. Wexta ev derfet bê dayin wê bikaribin bi keda xwe mafên xwe jî bi dest bixin. Divê astengdar jî bikaribin debara mala xwe bikin. Her wiha perwerdeya kesên astengdar jî mijara gotinê ye. Gerek cureyên perwerdeyê yên ji bo astengdaran baştir bê kirin. Ji bo van astengiyana rabin jî em hewl didin û dixebitin. Ji ber ku divê pêşî li astengdaran bê vekirin. Divê mafê astengdaran bê parastin.”
Pirsgirêkên astengdaran nabin rojev
Abdulmecit Yilmaz da zanîn ku divê astengdar jî tevli pêvajoya biryardayinê bibin û wiha dewam kir:”Mixabin pirsgirêkên astengdaran têra xwe nabin rojev. Wexta carinan dibe rojev jî wekî ku astengdaran cuda bike yanî zimanekî cihêkar tê bikaranîn. Dema li ser astengdaran gotinek hat kirin an jî daxuyaniyek hat dayin divê ev gotin an daxuyanî rast bên ziman. Em dibêjin em wek hev in ne ku em motajî vê civakê ne. Tenê em dibêjin derfetên ji bo me werin avakirin em ê jî bikaribin jiyana xwe dewam bikin. Lê dema ew derfet neyê cih em ê zehmetiyan bibînin. Wekî mînak dema astengdarek bixwaze kompîturekê bi kar bîne divê ew derfet bê avakirin. Zimanê li hember astengdaran divê biguhere. Lê di salên dawî de em dikarin bibêjin hinek guhertin heye. Divê astengdar jî di hemû sazî û dezgehên ku tên avakirin de xwedî biryar bin. Wekî mînak divê biryarên derbarê astengdaran tên dayin bi raya wan bê dayin. Divê astengdar tevli pêvajoya biryardayinê bibin. Dema ku ne wiha be dê wê çaxê pirsgirêkên cuda derkevin.”
Federasyon ji bo astengdaran dixebite
Abdulmecit Yilmaz herî dawî wiha got:”Federasyona Astengdaran ji sala 2015’an de heta niha xebatên xwe li ser parastina mafên astengdaran, li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê dewam kiriye. Di bin banê federasyona me ya astengdaran de niha 16 komele hene. Em ji xeynî meseleya mafan meseleyeke dinê jî tînin ber xwe. Li herêma me şerekî qirêj û li dijî kurdan tê meşandin heye. Em jî heta ku dikarin, heta ku zimanê me diqulipe û hêza me hebe em dixwazin kesên ku ji ber şer astengdar mane xebatê bikin. Elbet em dizanin ev têrê nake, kêmasiyên me jî hene. Lê belê bingeh û armanca me û çarçoveya xebatên me van tiştên ez dibêjim di binê banê xwe de vedihewîne.”







