- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê tecrîd û binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê ku li ser miwekîlên wan Rêber Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de, rapora xwe eşkere kir û got: Divê di sala 2024’an de Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora xwe ya derbarê rewşa girtîgeha Îmraliyê de eşkere kir û got:’’Em bi ti awayî agahiyê ji Îmraliyê wernagirin. Êşkenceya tecrîdê dewam dike.
Rapor li avahiya buroyê ya li Stenbolê ji aliyê Parêzer Raziye Ozturk ve hate eşkere kirin. Di destpêka raporê de hate ragihandin ku girtîgeha grava Îmraliyê bi taybetmendiya xwe ya ‘Tecrîda di nava tecrîdê de’, ji bo yek kesî û yek hucreyî hatiye avakirin. Heta meha Mijdarê ya sala 2009’an bi tenê Rêber Abdullah Ocalan lê dihat ragirtin, piştre hin cih lê hatin zêdekirin û hin girtî anîn gel wî. Lê ew jî ketin nava sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê. Di beşa ‘Agahînegirtina mutleq û rewşa agahînegirtinê’ ya raporê de, hate ragihandin ku Rêber Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha, di hucreya yek kesî de tê ragirtin: “Ji sala 2014’an heta niha, bi tenê 5 caran bi malbatê re hevdîtin kiriye. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha, bi tenê 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran di 7’ê Tebaxa 2019’an de ye. Ya bi malbatê re jî di 3’ê Adara 2020’an a bi birayê xwe re ye. Di 27’ê Nîsana 2020’an û 25’ê Adara 2021’an de jî bi telefonê axiviye. Hevdîtina di 25’ê Adara 2021’an de di nîvî de hatiye qutkirin û ji wê rojê ve ti agahî jê nehatiye girtin.
169 serlêdan bê bersiv hatin hiştin
Di beşa ‘Serlêdan, astengiyên agahî girtin û serdanan’ a raporê de jî wiha tê gotin: “Her hefte bi rengekî sîstematîk em serî li serdozgeriya komarê ya Bûrsayê û muduriyeta girtîgeha Îmraliyê didin. Di sala 2023’yan de 110 serlêdana parêzeran, 59 serlêdana malbatê hatine kirin û ev serlêdan bê bersiv hatine hiştin. Nameyên ku me di nava salê de şandine jî, gîhîştine yan negîhîştiye, em pê nizanin. Li gel vê, ti nameyên miwekîlên me jî neketiye destê me. Ji roja 6’ê Sibatê heta 17’ê Sibatê ji ber erdhejê, ji bo bi xizmên xwe re biaxivin, me weke parêzeran 12 caran, malbatê jî 9 caran serlêdan kir, lê bersiv nedan. Di 4’ê Kanûna 2023’yan de li Gemlîkê erdhej pêk hat. Ji bo ku em rewşa miwekîlên xwe bizanin agahiyeke lezgîn werbigirin, 5, 7 û 8’ê Kanûna 2023´yan de, serlêdan hatin kirin. Cezayên disîplînê, hincet hatin nîşandan û destûra hevdîtinê nehate dayîn. Di sala 2022’yan de ji aliyê dadgeriya Bûrsayê ve biryara qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan hatibû wergirtin. Vê biryarê di sala 2023’yan de jî dewam kir. Li hemberî van qedexeyên ku bi dizî biryara wan tê dayîn, yên ku ti bingehên xwe yên qanûnî tine ne, rê li ber şertên dijmirovî vedikin, me serî li Dadgeha Destûra bingehîn da. Ji sala 2015’an heta niha, me gelek caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Derbarê 23 serlêdanên me de, heta niha ti biryar nehatiye dayîn. Lê di dawiya meha Adarê û destpêka meha Nîsana par de derbarê serlêdanên me de wezareta Edaletê nêrînên xwe dane. Ji me re gotine ku heta 2-3 hefteyan ew ê bersivê bidin. Lê tevî vê jî dadgehê ti bersiv neda me.
4 caran serî li CPT’yê dan
Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) ragihand ku di 22’yê Îlona 2022’yan de rapora xwe ya der barê serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê de temam kiriye û di 20'ê Adara 2023’yan de ji hikûmetê re şandiye. Nayê zanîn ka heta îro Tirkiyê bersiva vê raporê daye yan na, ji aliyê CPT’yê ve jî tu daxuyanî nehat dayîn. Di sala 2023’yan de me 4 serlêdanên cuda li CPT'yê kirin ya ku ji pêşîgirtin, tesbîtkirin û ji holêrakirina êşkence, şert û mercên nemirovane û muameleya xerab di nava sînorên Konseya Ewrûpayê de di nava salê de berpirsyar e. Di van kiryaran de; Şert û mercên girtîgehê yên li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji muameleya xerab zêdetir, rejîma cezayê heta hetayê ya girankirî, pêkanînên li dijî qedexekirina êşkenceyê û qedexekirina cudakariyê bi awayekî sîstematîk dewam dikin û ji 25'ê Adara 2021’ê û vir ve rewşa girtîbûna ´nefermî´ didome.
Guh nedan daxwazên me
Di 26'ê Çileyê 2023’yan de li ser vê mijarê bi serîlêdana Komîteya Wezîran a YE'yê, ji bo şopandina biryarên demkî yên civîna Mijdar-Kanûna 2021’ê, ji bo xurtkirin û ragihandina biryarên demkî yên têkildarî tedbîr û gavên bingehîn ên di vî warî de, daxwaz ji hikûmetê kir da ku daxwaza binpêkirina rastî ya ku di biryara dadgehê de hatiye dîtin, daxwaz ji hikûmetê dike ku plana karekî nû ji bo çareserkirina vê pirsê pêşkêş bike, û bi liberçavgirtina 9 salên derbasbûyî û heke gavên pêwîst nehatin cihbicihkirin, madeya 46/4 a Peymanê ji hikûmetê re tê şandin. Hat xwestin ku pêvajoya binpêkirinê ya di xalê de hatiye diyarkirin, bê destpêkirin. Lê belê Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê jî li dijî ruhê biryara DMME'yê tevgeriya û tevahiya salê guh neda daxwazên me.
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Di raporê de çalakiyên ku di tevahiya sala 2023’yan de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hatin lidarxistin, cih girtin: “Tevahiya sala 2023’yan de li hemberî şert û mercên li Îmraliyê nerazîbûnên civakî, kampanyayên îmzeyan, meşa Gemlîkê û gelek meşên din, daxuyanî, panel, konferans, komxebat û herî dawî jî grevên birçîbûnê, nobetên edaletê hatine kirin. Îro grevên birçîbûnê û nobetên edaletê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ dewam dikin. Birêz Ocalan ji sala 1993’yan û vir ve ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, ked daye û hewl daye. Ev 25 sal in li Îmraliyê jî ji bo ku pirsgirêka Kurd li ser esasê hiqûqa navneteweyî were çareserkirin, îradeya xwe didomîne. Ji bo ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên civakî bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibin, wî rêbaza diyalog û muzakereyê hilbijartiye. Lê tevî vê yekê jî polîtîkayên çaresernekirinê tên kûrkirin û domandin.”
Rewşa Îmraliyê welat xiste nava krîzê
Di beşê raporê yê “encam û tespîtan” de hin xalên sereke ku hatine pêşniyazkirin wiha ne:
* Îmralî di rewşa mekanekî wisa de ye ku timî mafên bingehîn û azadî lê tên binpêkirin. Ev 3 sal in ku ne bi hiqûqî ne jî mirovî ti agahî derheqê wê de nayên dayîn. Di şert û mercên awarte de bi rejîma rewşa awarte tê birêvebirin.
*CPT di rapora xwe ya 5'ê Tebaxa 2020’an de ev rewş weke agahîwernegirtina mutleq (incommunicado) pênase kir û diyar kir ku ev yek li dijî hiqûq û pîvanên navneteweyî ye, pêşniyaz kir ku bê rakirin.
* Di biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya 6'ê Îlona 2022’yan û bibîrxistina li hikumetê ya 19'ê Çileyê 2023’yan de tê dîtin, rewşa agahîwernegirtinê ya li Îmraliyê şêweyekî êşkenceyê ye.
* Li gel serlêdanên me yên ji bo bicihanîna pêşniyazên CPT û daxwazên tedbîrê yên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2023'yan ti guhertin çênebû, di rewşeke mecbûrî ya mîna erdhejê de jî ya ku qanûn mecbûriyetê ferz dike, rewşa 'incommunicado', bênavber dewam kir. Di sala 2023'yan de bi ti awayî agahî nehate wergirtin.
*Tecrîda 25 salan; tecrîda mutleq a piştî sala 2015'an û kiryarên agahîwernegirtina mutleq a piştî sala 2021’ê dest pê kir, di salên 2022 û 2023'yan de giranytir bû, ev tê wateya bêbandorkirina rêya siyasî û hiqûqî, esaswergirtina polîtîkayên zordariyê. Encamên vê yên neerênî, welat û herêm xist nava krîzên pirralî.
* Bêyî ku derengtir bikeve, divê ji bo siyaseta diyalog û danûstandina bi Birêz Ocalan re şert û mercên azadî, ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan bêne misogerkirin.
* Pêwîstiyeke dîrokî ye ku sala 2024'an bibe sala azadiya Birêz Ocalan, li gel vê yekê li gorî Peymanên Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî yên ku maf û azadiya mirovan ewle dikin, destûreke bingehîn a demokratîk û dewleteke hiqûqa demokratîk çêbe û îsal bibe sala çareseriya pirsgirêka Kurd.”
ANF/STENBOL