Divê Ewrûpa ne safdil be

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 29 Îlon 2021 - 04:08

  • Emmanûel Macron bang li Ewrûpayê kir da ku ji ber tercîhên DYE´yê yên stratejîk ne safdil be. 

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bang li Ewrûpayê kir da ku ji ber tercîhên DYE´yê yên stratejîk ne safdil be. Macron bi wesîleya îmzekirina firotina firkateynan bi Serokwezîrê Yewnanistanê re civîneke çapemeniyê li dar xist. Macron qala betalkirin peymana noqavan a bi Awustralyayê û krîza ji ber lihevkirina Awustralya  DYE’yê kir. Macron got, “Divê Ewrûpa êdî bi safdilî tevnegere. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di warê nirxan de dost û mutefîkekî dîrokî yê mezin e, lê ji deh salan zêdetir e, ew li gorî xwe tevdigere û xwedî li berjewendiyên stratejîk ên li ser Çîn û Pasîfîkê derdikeve. Ev heq û serweriya wan e, lê mirov safdilî be û xwe bide ber barê encaman hemûyane, wê şaşiyeke gelekî mezin be. Em Ewrûpî jî divê bi heman pragmatîzm û zelaliyê tevbigerin. Ev ne alternatîfa tifaqa li hemberî DYE’yê ye. Ji bo ewlekariyê ji me tê xwestin ku em berpirsyariyeke zêde wegirin, li gorî min ev rewa ye, ji ber vê, ev tişt li ser milê me maye.”

Di 15’ê Îlonê de hatibû ragihandin ku di navbera DYE, Awustralya û Meliktiya Yekgirtî hevkariyek hatiye kirin. Bi vê wesîleyê peymana noqavan a bi Fransayê re hatibû betalkirin. Vê di navbera Fransa û DYE’yê de krîzeke dîplomatîk dabû destpêkirin. Qîmetê vê peymanê 55 milyar euro bûn. Axir niha Fransayê ji bo firotina 3 firkateynan bi Yewnanistanê re peymanek îmze kir. Serokwezîrê Yewnanistanê ragihandibû ku ew ê serê meha Îlonê 6 balefirên Rafale ji Fransayê bikire. Berê jî ji bo kirîna 12 Rafaleyên destê duduyan û 6 hebên nû li hev kiribûn.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.