Divê derî vebe

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Duşem 3 Tebax 2020 - 23:00

Vîrusa koronayê ku îsal li Çînê derket, piştî demeke kurt bû pandemî ku tevahiya mirov xistin nava xof û tirseke mezin. Heta niha li gorî daneyên fermî derdora 700 hezar mirov ji ber Koronavîrusê mirine û bi milyonan jî heta niha pê ketine.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destpêkirina belavbûna pandemiyê re Rêveberiya Xweser ji bo pêşîlêgirtina koronayê, kete nava seferberiyeke mezin, derfet û îmkanên xwe hemû xistine xizmetê.
Piştî qedexekirina derketina derve û paqijkirina cihên giştî, sazî û nexweşxane, rêveberiyê nehişt ev nexweşî belav bibe. Tevî ku ev zêdetirî 9 sal e şoreş hîn li dar e, herêm di dorpêçekê de ye û nexweşxane zêde nehatin pêşxistin û derman gelekî kêm in, dewamkirina êrişên çeteyên DAIŞ`ê û piştre êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê, Rêveberiya Xweser bi ezmûneke dijwar, xwe ji vê koronayê wekî gava destpêkê xelas kir. Balkêş e; ne rêxistinên mafê mirovan, di serî de Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê û ne jî tu dewletan, alîkariya Rêveberiya Xweser kir. Tenê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çend cîhazên keşfkirinê bi rê kirin.
Piştî jiyan li herêmê dîsa vegeriya wekî berê û çûn û hatina li derveyî welat çêbû, mixabin careke din ev vîrus di hefteya borî de, kete herêmên Rêveberiya Xweser, nexasim herêma Cizîrê.
Di 23`yê Tîrmehê de, Şaneya Aloziyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser bi civîneke çapemeniyê ragihand ku 4 kes li herêma Cizîrê, 3 kes ji wan li Qamişloyê û yek jî li Hesekê bi koronayê ketine. Ji wê rojê heta kêliya nivîsandina vê nivîsê 30 kes li herêmên Rêveberiya Xweser li Reqa, Dêrazor, Qamişlo, Hesekê û Dêrikê bi koronayê ketine.
Rêveberiya Xweser careke din qedexeya derketina derve ragihand. Qedexeya çûn û hatina derveyî herêmên rêveberiyê îlan kir. Her wiha cihên taybet wekî nexweşxane ku ji bo nexweşan amade kiribûn, careke din din aktîf kirin.
Lê gelo wê tenê ev gav têrê bikin ku korona zêde belav nebe û karesateke mezin çênebe, nexasim ku gef, dorpêç û şer hîna berdewam e? Bi nêrîna min tenê bi van gavan têrê nake. Gava herî pêwîst ku divê were avêtin ew e, civak di vî warî de were serwextkirin ango gel were hişyarkirin ku xwe biparêze, li cihên giştî kom nebin û zêde bi ser hev de neçin û neyên.
Gava din ku divê were pêkanîn, amadekirina nexweşxaneyan û peydakirina dermanên pêwîst û zêdekirina cîhazên PRC ên keşifkirina koronayê. Lê ev gav wê çawa pêk were ku tekane deriyê El-Yerûbiyê ango deriyê Til Koçerê ku derman û pêwîstiyên tenduristî tê re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin, girtî ye.
Deriyê Til Koçer ku li ser sînorê Sûriye-Iraqê ye û di wir re derman û pêwîstiyên tenduristî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibûn, di zivistana îsal de ji ber biryara Rûsya û Çînê, Meclisa Ewlehiyê biryara girtina wî de.
Bi vê yekê, rewşa şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi deh hezaran koçber û penaber, xistin nava xetereyeke mezin. Di meha derbasbûyî de, careke din pêşniyara vekirina deriyê Til Koçer di civîna Meclisa Ewlehiyê de hate kirin. Lê dîsa ji ber vetoya Rûsya û Çînê, derî nehate vekirin.
Rûsya, dixwaze bi vê gavê wekî wesîleyeke siyasî li dijî Rêveberiya Xweser bide xebitandin û bike kartek di destê rejîma Sûriyê de. Di heman demê de, dixwaze ji nû ve rejîma Sûriyê di nava cîhanê de rewa bike û danûstandinên derve û hundir hemû bi rêya rejîmê werin kirin. Balkêş e ku Meclisa Ewlehiyê û Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê, bi hinceta ku Rêveberiya Xweser ne fermî ye, ew nikarin destekê bidin wê. Lê ew bi xwe ne yê ku alîkariyên tenduristî, lojistîk û hemû tiştên lazim bi rê dikin herêmên di bin serweriya Cebhet El-Nusra li Idlibê de ku wekî rêxistineke terorî ya cîhanî hatiye binavkirin.
Ji ber vetoya Rûsya û Çînê û durûtiya Meclisa Ewlehiyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, êdî li herêmên Rêveberiya Xweser rewşa tenduristiyê zehmet bûye û derman zû bi zû nayên peydakirin. Xwedê neke eger ev korona zêde belav bû ango herêmên me bibin wekî Amerîka û Çînê û Îtalyayê, wê karesateke mezin rû bide.
Bi gotineke din bi girtina deriyê El-Yerûbiyê wê karesata pandemiyê hîna mezintir bibe û ev yek jî xetereyeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdike. Lewra divê ne tenê li Rojava û Bakurê Sûriyê ji bo vekirina derî û peydakirina dermanan û pêwîstiyên tenduristî bikevin serferberiyê, di serî de kurdistaniyên li Ewrûpayê xwedî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin û bi rêya çalakiyên aştiyane, bala civaka Ewrûpayê tevî hikumetên wan bikişînin ser rewşa herêmê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.