- Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêr nîvê şevê dengê teqînên mezin hate bihîstin. Rayedaran li ser sedema teqînê daxuyanî neda.
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêr nîvê şevê dengê teqînên mezin hate bihîstin. Rayedaran li ser sedema teqînê daxuyanî neda.
Xelkê bajarên Kirmaşan, Sine, Hemedan, Kamyaran, Ciwanro, Pawe, Selas Bawecanî yên Rojhilatê Kurdistanê pêr bi şev bi dengê teqîneke mezin hişyar bû.
Waliyê Esadabadê yê wîlayeta Hemedanê, Seîd Ketabî teqîn piştrast kir û got, "Dibe ku dengê teqînê ji bajarekî din hatibe û dibe ku ji ber erdhejê be."
Ajansa Nûçeyan a Sabêrîn ku nêzî Muhafizên Şoreşê ye, agahiya li ser teqînê parve kir û bal bire ser tetbîqata parastina hewayî, ku sîstemên nû yên parastina hewayî yên Îranê pê tên ceribandin.
Beriya niha jî teqînên bi vî rengî yên bi guman li herêmê rû dabûn. Herî dawî 4'ê Kanûnê li cihekî nêzî navenda nukleerê ya Natanzê teqînek çêbûbû.
Her wiha 8'ê Tîrmehê li Parka Mellat a li nêzî Tehranê jî teqînek çêbûbû.
SINE