Dewleta Tirk li Minbicê êriş bire ser wesayîteke sivîl û di êrişê de kesek birîndar bû. Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov û biçek, êrişî wesayîteke sivîl kiriye. Navendê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku 16’ê Tîrmehê roja Yekşemê saet qederê 11.30’î, "artêşa Tirk a dagirker bi balafira bêmirov û biçek êrişî wesayîteke sivîl kiriye."
Meclîsa Leşkerî diyar kir ku êriş li gundê Hesen Axa yê li başûrê Minbicê pêk hatiye û ragihand ku welatiyê bi navê Ehmed Casim bi sivikî birîndar bûye.
Hat ragihandin ku Ehmed Casim piştî dermankirinê, ji nexweşxaneyê derketiye.
MINBIC