Dîroka jinên Mexrebî dibêjin

Sêşem 10 Tebax 2021 - 05:20

Pêşangeha hunerî ya her du hunermendan, Amal Al-Felah û Nadiya Xassal li bajarê Dar El-Beyda yê Mexrebê (Fas) hate lidarxistin. Çalakî bi sernavê "Hemset Wasl" hat organîzekirin û 40 berhemên mijara wan jin, tê de hatin nîşandan.
Ev pêşangeha berhemên hunerên plastîk wek yekem pêşengeha hunerê plastîk ya jinên Mexrebî tê hesibandin. Ev pêşangeh xebateke hevbeş e û ji xebatên du şêwekarên jin pêk tê. Wan tabloyên xwe pirr bi baldarî xêz kirine û gelek hûrgilî di tabloyên wan de cih digirin. Wan navê “Tewsîq” (Belgekirin) li tabloyên xwe kiriye. Ji lewma ew bi van tabloyên xwe dîroka jinên Mexrebê nîşan didin û rola pêşengiya jinan derdixin pêş.

Xweşikbûn ne tenê fizîkî ye

Şêwekar Nadia Xassal li ser mijara jinan ango di hemû diyardeyên wê de dixebite û hunerê xwe ji hin bûyerên jiyanê yên zindî û her tiştê ku bi jinan re alaqedar e, werdigire. Ji ber vê yekê ew di tabloyên xwe de ruhê jinan dibêje û hewl dide ku bedewiya ruh û hişê jinên welatê Mexrebê derxe pêş û balê nebe ser bedena jinan, bibe ser hiş û ruhê wan. Wê destnîşan kir ku ew hewl dide peyamek bide ku jin ne tenê beden û bedewbûn e, xweşikbûna wê bê sînor e û ev xweşikbûn ne tenê fizîkî ye.

Derbarê malzeme û teknîkan de ku Nadiya Xassal di berhemên xwe yên hunerê plastîk de bi kar tîne de ew dibêje, "Ez rengên avî, rûxam, remil, qûm û kaxizan bi kar tînim." Û ew diyar dike ku hilbijartina rengan li ser bingehê mijarên di tabloyên wê de ye.

Jinên serfiraz xêz dike

Şêwekar Amal Al-Felah jî derbarê berhemên xwe yên hunerê plastîk de dibêje, xêzkirina wê bi yek karekterê ve girêdayî ye. Tevî rengîniya wêneyên wê di hin berheman de ew balê dibe ser kişandina masûlkeyên destên xwe û diyar dike ku bi vê yekê ew dixwaze rola pêşeng a jinên welatê Mexrebê derxe pêş wan jinên ku serfirazî û ragirtina xwe nîşan dane. 

Amal Al-Felah diyar dike ku pêşangeh di heman demê de portreyên gelek jinan wekî "împarator, jinên zanyar û jinên malan, jinên sehrawî, jinên Amazîxî û jinên berxwedêr" jî dihewîne. Amal Al-Felah bêhtir li ser taybetmendiyên ku hêz û bedewiya jinan a hundirîn nîşan didin, rawestiya ye.

Pêşangeha “Hemset Wasl” 31ê Tîrmehê dest pê kiribû û 9’ê Tebaxê de bi dawî bû.

MEXREB

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.