Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Îlon 2024 - 00:07

Fûara Pirtûkan a Amedê îsal wê DTSO û TUYAP bi hev re saz bikin. Dîroka fûarê hat eşkerekirin. Fûar wê di navbera 30'ê meha Mijdar û 8'ê Berfanbarê de li dar be.
Piştî 5 salan TUYAP careke din li Amedê fûarê li dar dixe, lê vê carê bi hevkariya DTSO û piştgiriya saziyên sivîl ên Amedê.

Ji bo eşkerekirina dema fûarê li DTSO'yê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya, Midûrê Giştî yê TUYAP'ê Îlhamî Ersozlu, Serokê TYB'ê Kenan Kocaturk, endamên YEWKURD (Yekîtiya Weşangerên Kurd), PEN'a Kurd û endamên komîsyona DTSO'yê amade bûn.

Serokê DTSO'yê Kaya got ku ji sala 2005'an ve dikin ku bajar bibe navenda fûarê û ji bo fuara pirtûkan jî got, "Fûara Pirtûkan ne tenê bajarê me, dê bibe yek ji fûarên herî girîng a herêmê. Em fikirîn ku herî baş emê ligel TUYAP'ê vê fûarê li dar bixin loma me pêşniyar bir cem wan û îro em ligel hev in."

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.