Dilê zarokên Rojava bi şanoyê xweş kirin: Va ye şanoya zarokan

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Îlon 2023 - 00:05

  • Xebata Şanoya Zarokan a li Rojava kir ku zarok hest bi şanoyê bikin û jê hez bikin. Gelek komên zarokan nexasim jî li Qamişlo û Hesekê bi 12 mamosteyan kar kirin û bi piştgiriya înternasyonalîst, mehekê Rojên Şanoyên Zarokan” li  Rojava bi rê ve birin. 

PERVÎN YERLÎKAYA / FRANKFURT

Bi Şoreşa Rojava re nexasim piştî sala 2015’an hunerê şanoyê gelekî geş bû. Niha jî şanoya zarokan hino hino xwe bi rêxistin dike. Ekîn Ronî yek ji endama “Şanoya Çiya” ye ji bo senaryoya rêzefilmê “Evîna Kurd” binivîse çûye Rojava. Dema ew diçe Rojava li wir komeke şanogeran a zarokan ava dike û niha jî weke koordînatora “Şanoya Zarokan a Rojava” dixebite. 

Ekîn Ronî di warê lîstikvanî û nivîsandina lîstikan de pispor e, piştî ew nihêrînên xwe yê derbarê şanoya zarokan de ji saziyan re radigihîne dest bi xebatan dike. Em bi Ekîn Ronî re li ser xebatên şanoyê û her wiha Rojên Şanoya yên Zarokên Rojava peyivîn.

Ji bo xebatên ku wan weke Şanoya Zarokan a Rojava biriye serî, dibêje, “Şoreşa Rojava her wiha şoreşeke çandî û hunerî ye jî. Beriya şoreşê, hindik be jî li vir xebatên hunerî pêk dihatin. Dikarim bibêjim, di bingehê şoreşa Rojava de ev xebatên çand û hunerî hene. Bingehê xebatên me yên muzîk û şanoyê jî li vir hat danîn. Weke nimûne filmê me yê pêşî yê “Soro” li vir hat çêkirin. Di dema rejîma Sûriye de bi derfetên kêm hinek xebat diçûn serî. Piştî bûyera Sînemaya Amûdê her tim xelkê li vir tirsandin û nexwestin xelk bi nasnameya xwe û çanda xwe karên hunerî bi rê ve bibin. Newroza Kurdan hate qedexekirin, kesên Newroz pîroz kirin, hatin girtin û êşkence li wan hat kirin.” 

Keda şehîd Yekta Herekol

Ji bo geşbûna nexasim jî xebatên şanoyê, Ekîn Ronî dibêje, “Piştî şoreşê karên şanoyê bipêşvetir çûn. Nexasim jî piştî sala 2015’an xebatê hunerî geştir bûn. Akademiya Şehît Yekta Herekol hate vekirin. Lawaz be jî beşeke şanoyê hate vekirin. Li Hesekê û Qamişlo komên şanoyê hatin avakirin. Ji sala 2015’an ve 6 festîvalên şanoyê hatin lidarxistin. Her wiha ji bo mezinan li Şehbayê Mîtan û li Kobanê jî Festîvala Arîn Mîrkan a Şanoyê tê lidarxistin.”

Huner li dijî şer

Çima şanoya zarokan pêwîst bû? Li ser vê meseleyê Ekîn ronî hizrên xwe wiha îfade dike: “Şertên şer bivênevê stresê bi zarokan re çêdikin û dikin ku saw û tirs li ser zarokan be. Me li kampan ji bo zarokan komên lîstikan ava kirin. Ev zarokên li kampan, ji Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spiyê bûn, yanî zarokên Rojavayî bûn. Malê wan hatibûn rûxandin, di dema şer de xew li wan herimîbû. Gelek ji wan jî zarokên şehîdan in û malbatên wan welatparêz in. Xebata ji bo van zarokan peywireke şoreşgerî ye. Şano ji bo wan rêbazeke civakîbûnê ye. Şano jî kela canê wan radike û ew pê kêfxweş dibin. Bi riya huner em coş û moral ava dikin ji bo van zarokan.”

Ji fikrekê ber bi Şanoya zarokan a Rojava

Ekîn Ronî dide zanîn ku pêşî fikreke li ser şanoya zarokan pê re peyda bûye, wê ev fikr bi TEV-ÇAND, Hîlala Zêrîn û Komîteya Şilêr a Zarokan re parve kiriye. Ji bo pêvajoya paşê ew dibêjem “Me bi hevre koordîneyeke hevpar ava kir û bi vî awayî me bingeha Şanoya Zarokan danî. Piştî wê me 12 mamosteyên şanoyê li xwe zêde kirin û em xebitîn. Metnên bi Kurdî yên ku ji bo lîstikên zarokan hatibûn nivîsandin, kêm bûn. Me çîrokên klasîk ên bi Kurdî weke metnên lîstikan hazir kirin. Hin metnên hazir jî hebûn ji xwe. Çend metnên nû jî me li wan zêde kirin. Çîrokên weke Pîrê û Rovî, Çûk û Pîrê, Şengê û Pengê, Mişk û Şêr me ji nû ve nivîsandin da ku zarok têkiliyeke rast bi rêûresmên berê re çêkin. Sala çûyî di 18’ê Tebaxê de dewleta Tirk li Til Temir, li gundê Şemoqa Dibistana Hunerî ya Zorokan bomberan kirin û 4 zarok şehîd bûn. Silava Ramazan jî yek ji wan zarokan bû ku di filmê “Çîrokên Bajarên Wêrankirî” de weke lîstikvan cih girtibû. Ew jî bi giranî birîndar bûbû û paşê di 1’ê Îlonê de wefat kir. Li ser afîşên me jî resmên zarokên şehîdan hebûn. Me Şanoya Zarokan ya Rojava ji bo bibîranîna van zarokan ava kir.”

Rimêlan Qamişlo û Hesekê

Xebatên wan pêşî li kampên penaberên Rojava li wan dest pê dike: “Destpêkê li Dêrik û Rimêlan me ji malbatên şehîdan kom ava kirin. Li Rimêlanê her zarokek herî kêm bi du zimanan dizane. Li hêla din jî em li Cizîrê, li kampê xebitîn û li kampa Hesekê ya ji bo koçberên Serêkaniyê. Pişt re jî me xebatên xwe yên şanoyê li Kobanê, Şehba û Minbicê birin serî û bi vî awayî xebatên me yên şanoyê berfirehtir bûn.

Ji bo me tiştekî taybet bû ku ji bo zarokên şehîdan komeke şanoyê hate ava kirin. Berê jî em diçûn serdana malbatên şehîdan lê xebateke bi vî rengî tine bû, ji ber vê yekê, em kêfxweş in. Hewce ye em bi zarokên şehîdan re bibin alîkar û ev alîkarî karên me bêhtir bi mane dikin.

Li gundê Maşûq komeke me heye ku ji şanoyê gelekî hez dike. Wan navê şanogera gerîla Jînda Hewlêr li koma xwe kiriye. Wan du lîstik jî amade kirin. Yanî Rimêlan, Qamişlo û Hesekê navendên xebatên şanoyê ne. Li Qamişlo 4, li Hesekê 2 kom hatine avakirin. Bi komên şanoyê yê TEV-ÇAND, Hîlala Zêrîn û Komîteya Şilêr a Zarokan re komên me bêhtir bûn û hejmara şanogerên me jî zêdetir bû.”

Zarok bi zimanê xwe şa dibin

Ekîn Ronî êşaret bi derfet û destketiyên Şoreşa Rojava dike û dibêje, “Şoreşa Rojava hişt ku zarok bi zimanê xwe perwerde bibin û hunerê xwe bi zimanê xwe nîşan bidin. Kesayeta van zarokan li ser esasê nasnameya neteweyî bi pêş dikeve. Ew bi çand û hunerê xwe mezin dibin û hunermendên siberojê ne.”

Ekîn Ronî van xebatên hunerî ji bo siheta mijûlî û civakî ya zarokan jî muhim dibîne: “Îro roj zarok pirr bi telefon û înternetê re mijûl in û wextê xwe beredayî dibuhirînin. Bi saya van xebatên hunerî gelek zarokan ji xwe re rê peyda kirin. Li Rojava kovarên zarokan û pirtûkên zarokan hatin çapkirin. Despêka perwerdeya şanoyê me 1000 pirtûkên ku Destaya Çanda Huner hazir kiribûn, li zarokan belav kirin. Her wiha me kovara bi navê Mizgîn jî belav kir. Bi vî awayî zarok hem di warê xwendin û nivisînê de û hem jî di warê hunerî de behreyên xwe bi pêş xistin.”

Ji bo zarokan piştgiriya înternasyonalîst

Ekîn Ronî dibêje, wan Gulan û Hezîranê perwerdeyê xwe dikirin û gava xebatên wan di çapemeniyê de hatin bihîstin “hinek hunermendên li Ewrûpa û saziyên li wir” kirine ku rengê xebatên wan biguherin: “Rengê xebatên me guherîn û gelek şaradariyan xwest em bi hev re projeyê bibin serî. Şaradariya Durango ya herêma Baskê, Komeleya Fonti Di Pace, Rêxistina Societa in Formazione, Teatro Degli Incontri, Teatro Ura, her wiha saziya bi navê Comunita Brasiliana hêza xwe kirin yek û pêdiviyên 5 komên şanoyên me bi cih anîn. Ev helwêsta wan pirr bi mane bû. Bi vî awayî, me têkiliyên nû yên ji bo hunerê ava kirin da ku em karibin siberojê jî bi hev re xebatên hevpar bibin serî.” 

Di encama perwerde û rojên şanoyê de çi derket holê? Ekîn Ronî li ser vê pirsê dibêje: “Hema bêje li bajaran hemûyan zarokan hest bi şanoyê kir û ji şanoyê hez kirin. Wan xeyala tiştinan kir, xwe îfade kirin û bi xwe bawer bûn. Me derfet ji wan re ava kirin da ku afirîneriya xwe nîşan bidin. Yanî zarokan piştî dibistanê wextekî xweş bihurand. Hefteyê du caran hatin kursan, senaryo xwendin û provayên xwe kirin. Di warê zihnî û hestan de xwe baştir hîs kirin. Çîrokên lîstikên şanoyê, peyamên girîng dihewînin.”

 

Zarok malbat û mamoste bûn yek

Ji bo vê projeyê hêza zarok, malbat û mamosteyan bû yek û Ekîn Ronî wiha behsa vê yekkirina hêzê dike: “Zarok bi dildarî hatin û malbatan jî piştgirî da wan. Zarok di warê xebatên kolektîf de jî hînî gelek tiştan bûn. Hevalên wan ên nû çêbûn, bi hevre lîstin û li sahneyê jî bi hev re bûn. Axir, van xebatan 4 mehan dewam kir. Me gelek prova kirin û kursên perwerdeyê çêkirin. Herî dawî jî me zarok li ser sahneyê dîtin. Ev ezmûneke xweşik bû ji bo me. Ji TEV-ÇAND’ê ez, Ji Tevgera Jinan a Çanda Hîlala Zêrîn, Aryen û ji Komîteya Şilêr a Zarokan jî Julia tevlî xebatê bûn. Bi tevahî 12 mamoste berbirsyar bûn ji vê projeyê. Em pirr kêfxweş in ku di vê xebata xwe de bi ser ketin. Em ê xebatên xwe yên di vî warî de bidomînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.