- Dîkê ji tûncê (bronz) yê 120 salî, dîsa vegeriya welatê xwe Nîjeryayê.
Ev dîkê tûncî di dema Melîktiya Benînê ya Nîjerya de hatiye çêkirin û kolonyalîstan ew dizîbû, biribû Ingilistanê. Dîkê ji tûncê (bronz) yê 120 salî, dîsa vegeriya welatê xwe Nîjeryayê. Zanîngeha Aberdeen ya li Ingilstanê beriya rojekê ev berhema dîrokî teslîmî Nîjeryayê kir.
Aktivîstê çandê Lucky Îhienire bal bire ser wê yekê ku berhemên dîrokî mîrateya welatekî ne û divê kolonyalîst van berheman dîsa vegerînin welatê wan. Îhienire got, “Ew berhem parçeyek ji dîroka me ne, berhemên hatine dîzîn û windakirin dîsa li welatê xwe vedigerin. Em bi vê yekê pirr kêfxweş in.”
Li gorî agahiyan di dema mêtîngehiyê de ji Nîjeryayê gelek berhemên dîrokî ango peyker hatine dizîn û niha ew berhem li Emerîkayê û hin welatên Ewrûpayê di hin muzeyan de ne.
NAVENDA NÛÇEYAN