Dijî dagirkeriya Tirk li Ataribê xwepêşandan

Pêncşem 19 Îlon 2024 - 15:46

  • Dijî dagirkeriya Tirk  û çeteyên wê li Ataribê ya Rojavayê Helebê çalakî hate kirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şêniyên bajarê Ataribê yê li rojavayê Helebê ya dagirkirî,  li dijî siyaseta dewleta Tirk û çeteyan derketin xwepêşandanê.

Dijî dagirkeriya Tirk  û çeteyên wê li Ataribê ya Rojavayê Helebê çalakî hate kirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şêniyên bajarê Ataribê yê li rojavayê Helebê ya dagirkirî,  li dijî siyaseta dewleta Tirk û çeteyan derketin xwepêşandanê.
Xwepêşandêran sloganên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku herêm dagir kiriye û hewldanên normalîzekirinê bi hikumeta Şamê re û vekirina deriyên di navbera herêmên dagirkirî û hikumeta Şamê de, berz kirin.
Li herêmên dagirkirî tevlihevî serwer e, leşkerên artêşa Tirk sûcan li dijî şêniyan dikin û çete jî li ser qaçaxçîtiyê û talankirinê bi hev dikevin.
Xwepêşandar jî ji van sûcan nafilitin, çete û îstixbarata dewleta Tirk ji bo ku xwepêşandanan bi dawî bikin, xwepêşandêran direvînin. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.