Di salvegerê de gelek kes girtin

Sêşem 19 Îlon 2023 - 00:15

Rejîma Îranê di salvegera qetlkirina Jîna Amînî û serhildana Jin, jiyan, azadî de, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gelek kes kirin binçavan û girtin.

Li bajarê Seqiz kesê bi navê Mêhra Saedî yê 29 salî roja Şemiyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û ew birin cihekî ne diyar. Malbata Saedî ji bo aqubeta kurê xwe bizanibin, serî li rayedarên Îtlaatê yê bajêr dane, lê ti bersiv nedane malbatê. Herwiha heman rojê kesê bi navê Ferzad Rehmetî yê xelkê Seqizê û Bêhrûz Gulnîma yê xelkê Sine, hatine binçavkirin û ew birine cihekî nediyar. Li gorî agahiyan, Ferzad Rehmetî di dema serdana gora Jîna Amînî de, li goristana Ayçî hatiye binçavkirin. Behrûz Gulnîma jî, bêyî ku belgeyekî nîşan bidin, li taxeke bajarê Sine hatiye binçav kirin. Derbarê herdu kesên hatine girtin de, heta niha ti agahî nehatiye bidestxistin. 

Herwiha çalakvanê jîngehparêz ê bajarê Seqiz Azad Emînî ku hatibû binçavkirin, veguhestine girtîgeha bajarê Sine. Hêzên rejîmê nahêlin ku Azad Emînî parêzer û malbata xwe bibîne. Emînî endamê Ecûmena “Hêvay Zanst” û encûmena “Jiyana Sabz” a jîngehparêzî ya bajarê Seqizê ye. 

Ji malbatekê 3 kes girtin

Li aliyekî din li bajarê Sine çalakvana medenî Gelawêj Tehmasibî, roja Şemiyê vexwendine avahiya îtlaatê û ew li wir kirien binçavan. Hêjayî gotinê ye, Gelawêj Tehmasibî, par jî di dema serhildana Jin, jiyan, azadî de hatibû binçavkirin. 

Li bajarê Merîwanê roja Şemiyê, kesê bi navê Bextiyar Nezerî vexwendine îdareya Îtlaatê ya vî bajarî û ew kirine binçavan. Heta niha derbarê Nezerî de ti agahî nehatine bidestxistin. Nezerî 42 salî ye û zewicî ye. 

Li bajarê Dêwolan jî roja Înê, kesê bi navê Riza Îbrahîmî, roja şemiyê jî kesê bi navê Secad Seyîdmoradî, yên xelkê vî bajarî ji aliyê hêzên rejîmê ve, bêyî ku ti sedemekê nîşan bidin, hatin binçavkirin. Herwiha roja yekşemê jî, kesê bi navê Mehdî Hatemî yê 18 salî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin. 

Roja Înê 3 kesên ji heman malbatê yên bi navê Cemal, Ehmed û Mehdî Hisênpûr, li gundê Savan ê bajarê Bane, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin binçavkirin û ew ber bi cihekî nediyar veguhestin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.