Li Rojhilatê Kurdistanê di nava çend rojê dawî de, bi dehan kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Roja şemiyê li bajarê Qorve 3 Kurd ên bi navê Mêhran Kohî, Mehdî Feyzî û Omîd Xosrewî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin girtin. Derbarê aqûbeta van hersê kesan de ti agahî nehatine bidest xistin.
Li bajarê Dêwolan çalakvanê medenî û mamostayê zimanê Kurd Azad Ebbasî roja duşemê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin û ew birin cihekî ne diyar. Hêjayî gotinê ye, Azad Ebbasî roja şemiyê ji girtîgeha Qorve derketibû.
Li bajarê Dêhloran jî roja yekşemê ciwan bi navê Bêhnam Semûrî yê 17 salî ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin û ew birine cihekî ne diyar.
Roja sêşemê 2 bira yên ji bajarê Sine yên bi navê Xebat Dihdar û Ramiyar Dihdar, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçav kirin. Li gorî agahiyên çavkaniyekê herêmî, ev herdu bira bi êşkenceyê hatine binçav kirin, dest danîne ser telefonên wan, herwiha heqaret û bê hirmetî li endamên malbata wan hatiye kirin. Hêjarî gotinê ye, çalakvanê sendîkayê û girtiyê siyasî yê berê Xebat Dihdar sala derbas bûyî, di dema serhildana Jin, jiyan, azadî de hatibû girtin, bi kefaletê hatibû berdan.
KURDPA