Di hişmendiyê de westandin nîne

Sêşem 4 Adar 2025 - 03:35

  • Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek ê ku yek ji endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî ye û parêzerê Rêber Apo yê berê, pirsên Rojnameya Yenî Yaşamê bersivand. 

Cengîz Çîçek behsa hevdîtina xwe ya bi Rêber Apo re û qeşedanên roja bangewaziyê qewimîn vegot:’’Di hevdîtina yekem, silavdayîna yekem de, dema ku hûn cara yekem dengê wî dibihîzin, hûn bi kesekî li ser xwe, ciwan maye, di aliyê zîhnî de herikbar û jîndar re rû bi rû tên. Tu jî dibêjî qet nehatiye guhertin. Mantiqa girtin û tecrîdkirinê ew e ku di aliyê ruhî mirovan têk bibin. Lê Birêz Ocalan her tim digot: “Ez her roj li vir di xwe de şoreşê pêk tînim. Di nava têkoşîneke bêwestan de me û her kêliyê têdikoşim.” Bi rastî jîndarbûn û herikbariya zîhnî û ramanî bi vî awayî bi dest xist.”

Têkoşîna ruhî û zîhnî

Kesayeta Rêbertî, bi vî rengî derdikeve holê. Mînak her tim wiha digot; "Ji bo min fîzîk, teşegirtina formasyona zîhnî û ruhî ye.” Bi gotineke din, heta ku hûn rojane xwe di aliyê zîhnî û ruhî têr nekin, wê tenduristiya we hem ji hêla bedenî hem jî ji hêla civakî ve xirab bibe. Dibêje; “Her roj, her kêliyek ji bo min qada têkoşîna ruhî û zîhnî ye. Ez bi berdewamî hewl didim ku xwe, bedena xwe û fizîka xwe ji vir biparêzim.” Hevdîtina Birêz Ocalan û Ahmet Turk bi rastî jî cewhereke dîrokî bû. Hevdîtina du hafizeyan, du bîran, hem ji aliyê dîroka Kurd, hem ji aliyê dîroka demokratîk a Tirkiyeyê û hem jî ji aliyê dîroka gelan ve ji bo min pir bi nirx, bi wate û bi bandor bû. Mînak, di mijara tenduristiyê de ji kekê Ahmet re got, “Divê hûn li tenduristiya xwe miqate bin, lê ev civîn lûtkeyek e ku dê tenduristiya kesane ya her yek ji me baştir bike û dê ji bo tenduristiya her kesî baş be; divê hevdîtin bi vî rengî were dîtin û were destgirtin.” Têkiliya mirov û civakê wiha bi diyalektîkî senteza wê dike, di vê wateyê de jî girîng bû.

Hewl dide herkesî rizgar bike

Birêz Ocalan di dîtinên xwe de ne tenê dîroka Kurd, dîroka hemû gelan, dîroka gelê Tirk û dîroka hezar salî bi xwe jî nirxand; nêzîkatiyeke taktîkî ku tenê ji hevsengiya îro ya siyasî, rêxistinî, leşkerî û siyasî derbikeve, nîne. Mixabin bi xemgînî dibêjim ku siyaseta heyî û têkoşîna heyî mirovan teng dike. Ew dikare we bike ku hûn bêtir rojane, hesabên teng bifikirin. Hêza herî mezin û tevkariya herî mezin Birêz Ocalan ew e ku ji vê jî wêdetir diçe. Bi gotineke din, hewl dide her kesî ji hawîrdora teng a têkoşîn û rûbirûbûna rojane rizgar bike. Ne tenê gelê Kurd, dewlet, gelê Tirk, gelên Tirkiyeyê, Elewî, 
Sunî, Xiristiyan, her kesî…

Ji provokasyona Serêkaniyê xetertir e

Birêz Ocalan her wiha bal kişand ser çand û baweriyên qedîm ên li Stenbolê dijîn. Her wiha bal kişand ser Baroya Stenbolê. Tenê behsa polîtîkayên qeyûman yên li ser gelê Kurd nekir. Erê, ew pir girîngiyê dide qeyûman. Dibêje; “Bi vî rengî nabe.”Bi rastî jî dibêje komploya hiqûqî ya ku îro bi rêya qeyûman derketiye holê, ji provokasyona Serêkaniyê ya tê gotin pêvajoya 2013/15’an qedandiye xeteretir e. 

Divê şer raweste

Piştî ku PKK agirbest ragihand û daxuyand ku ew ê kongreya xwe li dar bixin, pêwîste PKK di şert û mercên ewle de kongreya xwe li dar bixe û operasyonên leşkerî rawestin. Karayilan bixwe jî got; "Di hawireke ku ev tişt tên nîqaşkirin de, em 30 metre ji hev dûr ketine pevçûnê." Ev rastiyek e. Bi vê perspektîfê PKK’ê agirbest îlan kiriye. Bi gotineke din, divê zemîna pevçûnan bi dawî bibe. Li aliyê din Birêz Ocalan ku bi înîsiyatîfa xwe rê li ber pêvajoyê vekir, di nava şert û mercên gelekî nebaş û newekhev de ku em jê re dibêjin şert û mercên tecrîdê de pêk tîne. Şert û mercên ku Birêz Ocalan bi rastî bikaribe rola xwe tê de aktîv bike, şert û mercên azadiya fizîkî, şert û mercên xebata azad, divê ji bo ku pêvajo bi rastî pêş bikeve bi her aktorî û her hawîrdorê re hevdîtinê çêbike.

Lîderê çanda kollektîf e

Di çarçoveya têkiliya ku Birêz Ocalan bi wan re daniye, her tiştî yanî hemû biryaran bi nîqaşên hevpar werdigirin. Têkildarî sernavên nîqaşê û pêvajoya polîtîk ên ku Birêz Ocalan pêşkêş dike, hemû bi şênberî fikir û pêşniyarên xwe jê re radigihînin. Birêz Ocalan jî ji xwe di sohbeta dawî de dema ku qala ya divê bê kirin, kir, bal kişand ser vê nêrînê. Dibêje, 'Em bi hev re nîqaş dikin, gelek tiştan bi hev re dinirxînin, lewma di hevdîtina bi vê heyetê re divê teqez her sê heval jî amade bin'. Ev yek nîşaneya lîderiya kolektîf, çanda kolektîf e. Her wiha dibêje, 'Divê hevalên cuda jî bên gel min, karibim bi wan re nîqaş bikim. Hevalên jin divê teqez tevlî vê pêvajoya nîqaşê bibin'. Ji ber ku xeta azadiya jinê gelekî girîng dibîne. Me şahidî ji vê yekê re kir.

Divê li dora vê wêrekiyê kom bibin

Gotinên dawî yên Seyît Riza bi vî rengî bûn: 'Min nikarîbû bi derew û hîleyên we ev ji min re bû derd, min li ber we serî netewand bila ev jî bibe derd ji we re'. Birêz Ocalan di sohbeta me de ev yek anî ziman. Ew gotina Seyît Riza dubare kir. Got, "Seyît Riza ew gotin got. Şêx Seîd ew gotin got. Denîzan, Mahîran ew gotin got. Îbrahîm ew gotin got. Lê ew gotin dawiya dawî di kêliya dawî de hate gotin. Ez dixwazim van gotinan hemûyan di nava jiyanê de bikim gotina destpêkê, gotina mayinde'. Wêrekî ev e. Bi dîtina min divê her kes li dora vê wêrekiyê xwe bi rêxistin bike.

YENÎ YAŞAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.